29 juni 2020

Carnan Xwedê li ser hev dide !



Do êvarî Xwedê li ser hev da min, bi mîvanên ezîz ra tizbî jî bi ser min da barîn. 

Ez li hêviya tizbiyekê bûm, tam pênc heb bûn qismet û nesîbê min.

Yanî do Xwedê li ser hev da min. Îşê wî xerîb e, nade, nade, gava dide jî wiha li ser hev dide…

Hêvî dikim mîvanên wiha comerd her roj werin. 


Ez ji tizbiya xweşik hez dikim. 

Koleksîyoneke min a mezin tuneye, lê çend tizbiyên min hene. Gava li derekê tizbiyeke xweş bibînim dikirim û yek bi xwe bide min jî nabêjim na. 

Lê ez bi xwe tu carî tizbiya kesî ji dest nagirim.

Nîmet Aydin ji zû da bû soza tizbiyekê dabû min, do ewê bi xwe ra bianiya. Lê camêr çar heb bi xwe ra anîbûn, got yekê ji xwe ra biniqîne. 

Min yek niqand, got te ya baş negirtiye, rabû yeka din jî da min. 

Şansê min do hebû, dema çû, tizbiyên din jî li mala me ji bîr kir, ew jî man ji min ra. 

Lê ne ev tenê, Qutbedîn Aliş jî tizbiyeke sedef ya sipî ya pir xweşik anî diyarî min kir. 

Ew jî surprîzeke xweş bû. Ez qet ne li bende diyariyeke wiha bi qîmet bûm. 

Yanî carnan Xwedê li ser hev dide, ez li bende tizbiyekê bû, 5 heb li tizbiyên min zêde bûn.
Mala herdu hevalan jî ji erd heta bi ezman ava be, bi diyariyên wan ez pir kêfxweş bûm. 

Ez ji mîvanan hez dikim, lê bi taybetî jî ji mîvanên tizbiyan diyarî min bikin pirtir hez dikim. Mîvanên wiha bira tim werin, deriyê min ji wan ra tim vekirî ye…

Tizbiya sipî ya bi gulik diyariya Qutbedîn Aliş e û her çarên din jî diyariyên Mumtaz-Nîmet Aydin in. Mumtaz herçar diyarî min nekirin, lê Xwedê ew kirin qismetê min...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE