08 juni 2020

Tirk di îdareya dewletê da êdî wezîfê nadin cahş û kurdên bûne tirk jî


Tirk êdî di meqam û îdareya dewletê da wezîfeyê nadin cahş û xayinên kurd jî.

Dr. Murettin Aydin, li ser koka, qewmîyeta kesên Tirkiyê îdare dikin lêkolîneke pir balkêş, pir cidî kiriye û lêkolîna xwe bi navê ”Devlet Kademelerînda Kurtler/Di qedemeyên dewletê kurd” wek kitêb belav kiriye.

Kesên bi tirkî zanin kanin di înternetê da vê lêkolîna Nûrettîn Aydin bixwînin.

Li gorî lêkolîna Dr. Nûrettîn Aydin, tirk êdî nahêlin kurdên zilamên wan, kurdên bûne tirk jî di birêvebirina, di îdareya  dewletê da cî bigrin. Yanî di îdara dewletê da tirk êdî cî nadin kurdên xulamên xwe jî.

Ji wezîran û alîkarên wezîran bigre, heta bi walî, qaymeqam, mudûrên emniyetê û dîplomatan, di tu meqamekî dewletê kurd, Kurdistanî tunene, tirk êdî cî nadin kurdan.

Ji gelek bajarên Kurdistanê yek walî, yek qaymeqam, yek mudûrê emniyetê, yek sefîr, dîplomat tuneye.

Berê kesên asîmîle bûbûn, kesên tirkîtî qebûl dikirin, kesên doza kurd û Kurdistanê nedikirin dianîn hin meqamên dewletê. Lê li gorî lêkolîna Nûrettîn Aydin, tirk êdî cî nadin xayinan, yên bûne hevalên dewletê jî.

Lê pozê gelek kurdên xwefiroş hîn jî naşewite, dîsa jî dev ji xulatiya tirkan bernadin.

XXX
Dema li Ewrûpayê, li Amerîkayê pûlis neheqiyê li musilmanekî, li reşikekî dike, dikuje, ewrûpî qiyametê radikin, li her welatî bi sedhezaran însan bûyerê protesto dikin.

Leşker û çeteyên artêşa Tirkiye li Efrînê her roj hovîtiyên pir mezin dikin, jinan ji malên wan direvînin, bi rojan tecawizî wan dikin û dû ra cendekên wan devêjin derekê.

Lê dinya dengê xwe nake, medyaya dinyayê qet qala van cînayet û hovîtiyên tirkan nake, li Ewrûpayê, li Amerîkayê bi milyonan însan van tecawiz û cînayetên tirkan protesto nakin.
Tiştê tirk li Efrînê û li her dera Kurdistanê tîne serê kurdan sed qatî ji yên reşikan xerabtir û girantir e, lê dîsa jî kes Tirkiyê protesto nake. Ev yek cesaretê didi tirkan, ev yek dibe sebebê tirk van tecawiz û cînayetên xwe bidomînin.
Bêdengiya li hemberî tecawiz û cînayetên Tirkiyê şirîkatiya van sûcan e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE