14 mars 2024

Her ketin û rabûnek tiştekî nuh fêrî meriv dike

Meriv ji tiştên, ji rewşên zor û zahamet tim bi gazin e, bînteng dibe, dike ax û of.

Lê esas zor û zahmetiyên meriv dikşîne pir baş û bi fêde ne. Çimkî ew meriv dikin xwedî tecrûbe.

Ji her ketin û rabûnekê meriv tiştekî nuh fêr dibe.
Serpêhatî, tecrûbe dikevin ser hev, dibe zanîn

XXX

Di siyasetê da dibê meriv zarşîrîn, bînfire be, li hemberî rexneyan hêrs nebe, bi tehamul be. Dikandarê murûztahl, hêrsok kes riya xwe bi dikana wî naxîne, alvêrê ji ser nake. Zarê şîrîn kilîta dil e.

XXX

Fikirîn rehet e, kirin zor e. Li dinyayê tiştê herî zor kirina tiştê meriv xeyal dike, meriv difikire.

Lema jî ya muhîm ne gotine, kirine. Yê negot û kir mêr e, yê got û kir şêr e, yê got û nekir kerê nêr e.

XXX

Tiralî, tembelî xisletekî ne baş e, meriv xurt nake, belovacî wê ji hêz û taqetêda dixîne.

Hesinê nexebite zengê digire, merivê nexebite zû ji hêz û pertav da dikeve. Xebat ker e, tu bajo ewê here. Xebat zêrê zer e.

XXX

-Hevza xwe ji şelafan bikin. Çimkî kesên şelaf însên bi kevçiyê vala xwedî dikin.

Kesê gotinên neheq tesdîq bike şelaf û durû ye.

XXX

Cehalet gava li welatekî hukim bigire destê xwe pir talûke ye, kane her dînîtiye bike, kane civatê jî cahil bihêle, nezaniyê, cehaletê bike kultur û îdeolojiya civatê.

Sîleha cehaletê derew û pesnê bêbingeh û irqçîtîye.

 XXX

Ji bo ku meriv bibe mîrê zanînê, şert e meriv bibe xizmetkarê xebatê.

Bêyî ked û xebat meriv zane nabe. Zanebûn tunebe serketin jî ne mimkûn e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE