13 mars 2024

Sosireta emelîyatên estetîk

Ev 20-30 sal in li gelek welatên dinyayê însan bûne dînên, muptelayên deqan; li ciyê rehetiyê canên xwe didin ber deqan, xwe dikin kerikonê reş.

Tevahiya laşên xwe, ruyên xwe, heta bigihîje serên xwe jî dideqînin. Hin însan xwe dikin wek sêleke reş, tenê çav xuya dikin. Yanî deqandin wek nexweşiyeke pir berfire li dinyayê belav bûye.
Nuha jî jin bi navê emelîyatên estetîk, botoks li ciyê rehetiyê xwe dixin binê kêrê, xwe dikin qird, ibret, sosiret.

Pêsîrên xwe mezin dikin. Lêvên xwe, pozên xwe, buruyên xwe, kulêmekên xwe emelîyt dikin, diguherînin, mezin û biçûk dikin, xwe dikin qird.

Min do bi şev di telewîzyona Swêd, di programa FARMEN´ê* (Çiftligê) da keçikek dît, dilê min gelkî pê şewitî. Feqîrê bi emelîyata estetîk xwe kiribû qird, benderuhek meriv jê ditirsiya...

Lêvên xwe kiribû balonek mezin, hinarîkên ruyê xwe dagirtibû, kiribû wek du sêvên sor.

Çavên xwe kiribûn tas, buruyên xwetiliyekê pahn û reş kiribû. Ji bo qermîçokên eniya wê xuya nekin, çermê eniya xwe kişandibû, meriv newêrîbû lê binêriya.

Yanî bi gotineke herî sivik, xwe ji însanîyetê derxistibû, kiribû pîrebokeka rastîn. Yên wek wê pir in. Li çarşiyê, di telewîzyonê da meriv dibîne.
Ez fêm nakim, jin çima xwe dixin vî halî?
Çimkî bi emelîyetên wiha xweşik, xweşiktir nabin; dibin meymûn, dibin sosiretên giran. Hinek dibin mesqere, meriv nikane li ruyö wan binêre.

Hin însan dibin alkolîst, narkoman, nikanin dev jê berdin.
Emelîyata xweşikiyê, estetîk jî di nav jinan da bûye nexweşiyeke pir mezin, ji muptelatiya narkomaniyê xerabtir bûye.

Dibê rê li ber vê dînîtiyê, vê nexweşiyê were girtin, li ser were axaftin. Jinên emelîyatên wiha dikin psîkolojiya wan ne baş e, dibê civat alî wan bike.

Sitranbêjeka me ya dengxweş heye, nuha li Almanyayê dijî, ez ji dengê wê hez dikim. Hin kilamên xweş dibêje.

Wê rojê di telewîzyonekê da min dît, ez matmayî mam, min ji min da nas nekir Min ji xanima xwe ra got, ev xanim filan kesê ye, wê jî bawer nekir.


*Farmen, şoveke klasîk e, li ser esasê hîlebaziyê, pêşbaziyê, qezenckirinê ye.
Kesên beşdarî programa Farmenê dibin li gundekî, çeftligekê çend hefteyan wek însanên sedsala 18´a jiyaneke pir sade dijîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE