Îro biharê serê xwe nîşanî Stockholmê da. Hewa pir xweş bû, ji erdê hilm û gilma biharê difûriya. Min û xanimê bi du seet meş, me xwe teslîmî tîrêjên rojê kir.
Berf heliya ye, ruh bi tebîetê da hatiye, zilikên kulîlkan
serê xwe ji bin axê derxistine; dibêjin êdî bihar e.
Tîrêjên rojê bedena min û xanim baş germ kir, kêfa me anî. Me kum û lepikên xwe danîn û xwe baş da ber tîrêjên rojê yên zêrîn. Me got xwezî me kincên teniktir li xwe kiriba.
Bi hatina biharê ra ne xweza, tebîet tenê, însan jî rûgeş dibe. Lê çi heyf bihara Stockholmê him ne bi îstîkrar e, him jî pir kin e. Sibe, dusibe kane sar pû serma be, belkî berf jî bibare.Lê emê pozîtîf bifikirin.
Zivistanê îsal pir ajot, dest û nigên me baş cemidîn, lê
dawiya dawî teslîmî biharê bû.
-Adarê, berf gîha guliyê darê, nema danê êvarê
-Adar e, dewî li dar e, li cem şivanê xumal e, li cem
kebaniyê bi kar e, ne li vir e, ne li Mûsil û Sincar e.
-Adar e, dewî li dar e, şivanî xwemal e, kebanî bi kar û bar e.
-Adar e dewî li dar e, danê sibê sar e, danê êvarê kûçik xwe davêje ber siha dîwar e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar