12 mars 2024

Du tirkan dereweke bi boçik û bi şirik kirine

Du nivîskarên tirk, Muhittin Birgen û Turan Can, di 22´ê adara 1937´a da, di rojnameya ”Son Posta”yê da li ser Newrozê nivîsek nivîsîne, gotine:

”Farisan Newroz ji tirkan girtine.” Sernivîsa rojnameyê wiha ye:
”Îro cejna tirk a azadiyê ya herî kevn e.”
Berde, binê we erde.
Wey agir bi derewa we keve. Rûvî jî nikane dereweke wiha bi boçik û bi şirk bike.

Meriv çawa şerm nake dereweke wiha bike aqilê min nagire!
Ji ber ku tirk miletekî ekletîk e, mahcirên balkanî û kafkasî ji xwe ra tarîxeke derewîn ava kirine. Sermîyanê wan derew e.

Ji bo ku rût in, zulût in, ne miletekî hevgirtî û saxlem in li hemberî kultura kurdan, farisan, ereban xwe pir biçûk dibînin, kumreşiyê dikin. 

Gava bala xwe didin folklora kurdan, govendên kurdan, gava mîtolojiya kurdan dixwînin çizînî bi dilê wan, bi kezeba wan dikeve. Lema jî dest bi derewên bi boçik dikin.

Ji sedî 99´ê tarîxa wan li ser derewan ava bûye. Lema  dilê wan dibije mîtolojiya kurdan û farisan, wê dikin malê xwe.

Ji bo ku meriv bibêje farisan Newroz ji tirkan girtiye dibê meriv tirk be, çimkî bêyî tirkekî dînek, renteleyekî herî beradayî jî tiştekî wiha nabêje. 

Tenê tirkek kane dreweke wiha bike û fedî jî neke. Dereweke wiha ji mo miletekî şermeke mezin e.
Ji bo ku nebêjin kurd, gotine faris.

Not: Kupora rojnameyê di malpera Rohat Alakom a platforma X´ê da heye. Ji ber ku rojname bi tirkî ye min nexwest rûpela rojnameyê parve bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE