12 mars 2024

Ziman him dost e, him dijmin e

Şîreteke xweş xweş heye, dibêje:”Her tiştê tu zanî nebêje, lê her tiştê tu dibêjî bizanibe.”

Gotina zêde ne xweş e, însên aciz dike. Di şîvê da xwê lazim e, lê gava tu zêde têxê ew xwarin şor dibe, nayê xwarin. Zimanê dirêj eduyê serê xwediyê xwe ye.
Zimên got leq, serî got teq.
Ziman him dost e, him dijmin e.

-Heger di çem da av nemabe, çem miçiqî be ev ne sûcê çem e, sûcê çavkaniyê ye.

-Virekên herî bi nav û deng jî carnan mecbûr dibin rastiyê qebûl bikin.

-Merivê mezin mezinatiya xwe di miamela bi kesên ji xwe biçûktir da nîşan dide.

-Betalî ne baş e, wek zengê ye, meriv ji xebitandinê bêtir kevn dike.
Kes ji merivê betal hez nake. Destê xebitî li ser zikê têr e.

-Bextê me xerab e, ker mitêla me nabe.

-Çawa ku bi qasî jimara serîyan babetên fikrê cihê heye, bi qasî jimara dilan babetên hezkirina cihê jî heye.

-Zirarê tercîhî qezenca bêexlaq bike. Êşa ya pêşî demeke, dûra derbas dibe; ezabê wîjdanî ya din heta dawiya jiyana meriv dajo.

Baş e meriv pîbarê merivê ketî be, alîkariya kesê motajî alîkariyê bike. Camêrî baş e.

Lê ji bîr nekin her kes ne layiqî alîkariyê û piştgiriyê ye. Carnan meriv dereng nas dike.


-Ji cîranê xwe hez bike, lê çîta nabênê tu carî raneke.


-Derew bi hespê dihere, rastî dimeşe, lê tam di wexta xwe da digihîjê.

Derew zû jî here, dereng jî here pîs e, mirdar e. Çira virekan heta sibê vêketî namîne. Dibê meriv derewê ji xwe dûrxîne. Mêrikê virek tim li zirarê ye, rastgo tim li karê ye.
Merivê rastgo tu carî rûreş nabe.

Ji bo fêrbûnê daxwaz, hezkirin lazim e. Dibê meriv ji dil bixwaze, jê hez bike.

Bêyî hezikirin meriv nikane tiştekî fêr bibe. Ji bo ku daxwaz, hezkirin tune ye gelek kesên zanîngeh qedandine nizanin bi kurdî du gotinan binivîsînin.

Meriv çêyiyek bi yekî kir, dibê reqlama wê neke, çêyiya xwe nedikirîne, li vir û li wir, di cimatan da pesnê xwe nede.

Dibê meriv bihêle bira xelk qalê bike. Gava te reqlama çêyiya xwe kir tu xêr û qîmeta wê namîne, meriv ji xwe ra xera dike.

-Xwendin merivekî tije dike, axaftin wî hazir dike û nivîsîn jî wî dike merivekî temam.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE