11 mars 2024

Kêfa min di dilê min da qurçimî

Di medyaya sosyal da hin kurdên me gotin Bursaspor ketiye lîga sisiya. Kêfa min hat. Min ji wan bar kir û nivîseke* dilxweşkir nivîsî.

Xwedê kir berî ez nivîsa xwe belav bikim, min bala xwe da medyaya tirk.
Min dît tiştê hatiye gotin ne rast e, Bursaspor hîn neketiye lîga sisiya. Ev yek hîn ne diyar e.


Ji qedandina lîgê ra hîn 8 hefte heye. Yanî Bursaspor hîn loxî lîga sisiya nebûye. Kêfa min di dilê min da qurçimî. Nivîsa min jî bû keda bi avê da here.

XXX

Li Kurdistanê îro meha Remezanê dest pê die, îro rocî ye. Baş e dinya ne germ e, yên rociyê digrin ewê zahmetiyê zêde nekşînin.

Îsal Newroz ket meha Remezanê. Ji ber ku meha Remezanê ne sabît e, salê 10 rojan pêş da tê, lema çerx dibe, geh dikeve mehên biharê, geh dikeve mehên havîn, payiz û zivistanê.

XXX

Kesê bêkamîsî, bêqusûr tune ye. Qusûr û kêmasiyên hinekan pir in, yên hinekan hindik in. Meriv qusûr û kêmasiyan îdare neke nikane bi kesî ra hevaltiyê bike.

*Xeber rast derneket lê dîsa jî ez nivîsa xwe navêjim.

Aynê kurdan ji Bursasporê ra nema

Burasaspor loqî lîga sisiya bûye. Pir baş bûye.
Û Amedsporê jî di grûba xwe da şampîyonîya xwe saxlem kiriye. Xwedê tebayîşê Amedsporê be.

Bursaspor wextekê bû şampîyon, nuha ket lîga sisiya. Rezîliyeke ji viya mezintir tune ye. Bûrsayî Bursasporê bigrin, herin ji xwe ra şifteliyan bifroşin çêtir e. Şifteliyên Bursayê meşûr e, ewê baştir ji heq derên.

Heger lîgek di bin lîga sisiya ra hebe hêvî dikim salê tê jî bikeve wê lîgê.
Carnan bi derengî be jî heq tecelî dike.
Aynê kurdan ji bûrsayiyên neyarên kurdan ra nema.
Kî bela xwe di kurdan bide devê wan xwar dibe, Zû dereng Xwedê rojekê bela xwe didê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE