11 mars 2024

Laptopa min xatir ji min xwest



Du kompîtorên min hene. Yek a ser masê ye, yek jî laptopeke kevnare ye. Laptopa xweşik do bi şev çû rahmetê, ma ya din. Ew jî diyariya cîranê min ê swêdî ye. Ne ew be nuha karê min li erdê mabû.

Laptop lawikê min Rojen dabû min. Di wexta xwe da yeka pir baş, bi suret û biha bû. 

Lê pir kevn e, 11 salên xwe temam kir. Heta nuha li ber xwe dida, karê min didît. Do bi şev niqika xwe ya dawî avêt û xatir ji min xwest.

Min danîbû mitpaxê, dema xanimî li telewîzyonê temaşe dikir, ez ji ber kompîtora xwe ya ser masê radibûm, diçûm li mitpaxê li ber xirxota xwe ya kevn rûdiniştim.

Êdî ew jî bû bîranînek xweş. Ev çend roj bûn baş nedixebitî, înterneta wê tim qut dibû.

Min digot belkî ji internetê da ye. Do bi şev min fêm kir problem ne di înternetê da ye, di wê da ye. Umrê wê temam bûye. Êdî wexta wê û avêtinê hatiye. Destê min lê nagere, lê piştî ku nexebite ezê çi bikim.

Şûfa wê li cî ye, şikil û şemala wê temam e, pir xweşik e, kêfa min jê ra tê. Lê ketiye ber sikratê, li ber mirinê ye.

Li dinyayê tu tiştekî nemir tune ye, dawiya her tiştî heye; ne însan tenê, laptopa herî baş jî rojek tê dimre.

Min bi xemgînî girt, kabloyên wê li hev pêçan û jê ra got mala te ava be, te hewqas sal li ber xwe da, êdî wext hatiye em xatir ji hev bixwazin. 

Te derdê Rojen û min pir kişand, mala te ava be, oxira te ya xêrê be, rahma Xwedê li te be…
Bira ev nivîs jî bîranîna te be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE