10 mars 2024

Gurrîyo navê min li te, kumê min li serê te !

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya di kongra 53´a ya Weqfa Belavkirina Ilim (!)da dîsa rexneyên pir giran li Îsraîl û li Benjamîn Netanyahu girtiye. 

Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu şibandiye Hîtler, Mussolînî, Pol Pot û Stalîn.

Dema min navê weqfê dît kenê min hat. Tirkiye û ilim li hev nake, du tiştên ziddî hev in. Tirkiye û Iilim wek agir û avê ye.
Lê li Tirkiyê ecêbên wiha pir in, gelek navên derewîn, xapînok hene, tenê nav e. Yanî dibê meriv bi nav nexape, navî giran e, warî wêran e.
Erdogan gotiye:

”Îsraîl dewletele terorîst e. Netanyahu û îdareya wî ya çavê wê bêyî kîn û nefretê tiştekî din nabîne, bi sûcên li Xezayê dikin wek naziyên roja me, navê xwe li navên Hîtler, Mussolînî, Stalîn, Pol Pot, Franco û qatilên din yên modern zêde kirin. Ji bo ku ev qatilên jixwe di ûjdanê însaniyetê da mahkûm bûne, li hemberî huqûqa navnetewî hesab bidin, tiştê hewceye em dikin, emê bikin.”


Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu li hemberî van gotinên Erdogan ên pir giran bêdeng nema, bersîveke kin, lê baş da Erdogan.
Netanyahu di twîtta xwe da gotiye:

”Îsraîl li gorî qanûnên şer hereket dike. Îsraîl ewê ji Erdoganê piştgiriyê dide qatil û tecawizkarên terorîstên rêxistina Hamasê, komkujiya ermeniyan înkar dike, li welatê xwe kurdan qetil dike, mixalifên xwe û rojnamevanan dixe zindanan weazên exlaqî wernagire.”

Bersîveke baş e, lê pir kin e, dibê bersîv wî jî bi qasî ya Erdogan giran bûya. Îsraîlî tim kin dibirrin, dirêj nakin. Ev yek dibe sebebê Erdogan zimandirêjiya xwe zêde bike. Dibê Netanyahu bivikê nîşanî wî bide.

Erdogan bûye ar û bi canê me û Îsraîl ketiye, dev ji me bernade. 

Heta pozê wî neyê firikandin rehet nasekine. Mêrik har bûye. Şansê wî heye li yekî gunreş rast nayê, mêrik tim wek dîkê qoqo ye, li meydanê qîre qîra wî ye û tim jî jê ra dimîne.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan do li Stenbolê bi serokê Ûkraynayê Zelenskî ra civîneke çapemeniyê çêkiriye.
Mêrik bûye kevoka aştiyê, gotiya ew amadeye mazûbaniya civîna aştiya nabêna Rûsyayê û Ûkraynayê bike.
Mêrik him hevalê Pûtîn e, him hevalê Zelenskî ye. Him hevalê Yekîtiya Ewrûpayê ye, Amerîkayê û NATO´yê ye, him jî hevalê Îranê, Pûtîn û Hamasê ye.
Gişan jî li ser tiliya xwe dide lîstikandin. Ji gişan jî xûgiya xwe, xeraca xwe digire.

Mêrik li herêmê bûye Midikê Bêlo, xwedî ço ye, kes nikane pê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE