09 mars 2024

Romana Berf û Berf li kitêbxaneya kurdî pîroz be !

Leyla Aynûr Aras xanimê îro li Stockholmê, li Enstîtuya Kurdî romana xwe ya dawî ”Berf û Berf” da nasîn û ji me kesên beşdar ra îmze kir.

Bêkes Berwarî li ser naveroka romanê bi Leyla Aynûr Aras xanimê ra sohbeteke xweş kir. 

Bi saya pirsên wî û bersîvên Leyla xanimê em ji naveroka romanê hinekî agahdar bûn.

Piştî sohbetê beşdaran pirsên xwe ji nivîskara hêja kirin, wê jî bi zimanekî şîrîn bersîva wan da.
Li dora 25 kesan beşdarî sohbetê bûn.

Berf û Berf romana Leyla Aynûr xanimê ya duduya ye. Romana wê ya ewilî Leylana Kesk e, di sala 2016´a da ji alî çapxaneya J&J yê va hatiye weşandin.


Berf û Berf jî ji alî J&J yê va di sala 2023 da hatiye weşandin.
Bêyî van herdu romanan, kitêbeka wê ya şiîran jî, Xemla Rondikan di sala 2012´a da ji alî weşanxaneya Ar´ê va şap bûye.

Berf û Berf 268 rûoel e, Leylana Kesk jî 253 rûpel e.
Leyla Aynûr di sala 1972´a da li Qereyaziya Erzeromê, li gundê Meleosman hatiye dinê.
Ji sala 1993´a vir da li Swêd dijî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE