09 mars 2024

Dibê meriv ji welatê xwe û ji zimanê xwe hez bike

Dibê meriv ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji ziman û edebîyata xwe hez bike.

Zimanê xwe baş fêr bibe, fêrî zarokên xwe bike. Ev yek wacibê dêûbavîtiyê ye.

Nuha zextek, zulmek mezin li ser kurdan heye, dixwazin kurdan bi çavtirsandinê bikin tirk. Lê gerek bahoz nebe sebebê meriv ji deryayê hez neke.

XXX

Hewcedariya însên bi nan, bi debarê tenê tune ye, bi şerefê jî heye. Dibê însan şerefa xwe nefroşe, xwe bêşexsîyet neke; nebe heval û piştgirê dijmin û dagirkerên welatê xwe. Şeref ji kursî û meqamekî dijmin dide meriv bi qîmettir e.

XXX

Ji bo însanên karê baş dikin, tiştên li gorî dilê meriv dikin, dilê meriv rehet dikin, meriv dibêje filankeso wek dermanê çavê kul e.

40-50 sal berê di nav me da kesên wek dermanê çavê kul pir hindik bûn, şikir nuha pir bûne. Bi sedan keç û lawên me xwendine, bi pêş ketine, her yek çend zimanan zanin, bi ilm û zanînên xwe derew û sextekariyên dijminên me derdixin holê, neyarên me yên kalpazan perîşan dikin.

Di medyaya sosyal da dema ez hevpeyvîn û nivîsên wan xortên jîr, zana dibînin pir dilşa dibim. Dibêjim şikir min ev roj jî dîtin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE