08 mars 2024

Dibê me dijminê xwe êdî baş nas kiribe

Hin kes dibêjin efendim filan partiya tirk, filan siyasetmedarê tirk ji yê din baştir e.
Ez bi xwe ne bi vê fikrê ra me. Boz bifilete ji reş xerabtir e, reş bifilite ji boz xerabtir e. 

Yanî giş jî xerabên di ser hev ra ne.
Ji ber ku nuha mixalefet in ji bo rayên kurdan bigrin hin derew-merewan li hev radigirin.


Erdogan jî dema mixalefet bû gelek soz da, got mesela kurd mesela min e, ez werim ser hukim ezê vê meselê carser bikim.
Me dît çawa çareser kir. Mêrik bû agir bû canê me ket.

Mêrik piştî hat ser hukim dev guhert, bû neyarê herî xedar, bû gûzan û bi serê m eket. Em dikin nakin jê xelas nabin.

XXX

Di siyasetê da dudilî, tirsonekî, bêbiryarî ne baş e, rê li ber serketina meriv digire. Cesaret ji tirsonekiyê, ji dudiliyê baştir e.

Mêrê tirsonek bi sînga gewr û boz şa nabe, tim xeyal dike.

Lê helbet her kes nikane cesûr(wêrek) be.

Napoleon cesaret(wêrekî)xweş tarîf kiriye, gotiye,”Li dinyayê tenê tiştek nayê texlîdkirin, ew jî cesaret e.”

XXX

Bêdengmana li hemberî neheqiyê, zulmê newêrekî ye, bêûjdanî ye. Dibê meriv li hemberî zulma li miletê meriv dibe li gorî hêz û mecala xwe bêdeng nemîne, piştgiriyê nede dagirkerê welatê xwe.

XXX
8ê Adarê li jinên kurd ên fedekar, cefakar, kurdperwer, li jinên di hevfs û zindanan da ne, li jinên li hemberî hêzên dagirker di micadelêda ne, ji bo azadiya miletê xwe û welatê xwe şer dikin pîroz be !




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE