07 mars 2024

Swêd gihîşt mirazê xwe-me kurdan zirara herî mezin dît

Piştî du sal xiran û kaşana, dawiya dawî serokê Swêd îro gihîşt mirazê xwe, Swêd bû endama NATO´yê.

Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson belgeyên endametiyê îro li Washingtonê teslîmê wezîrê karên derva yê Amarîkayê Antony Blinken kir.

Ji bo swêdiyan endametiya NATO´yê baş e, li kara welatê wan e. Bi ya min jî baş bû Swêd bû endam, ez ne li dijî endametiya Swêd bûm.

Lê Swêd belaş nebû endam, destê swêdiyan wer di bêrîka Erdogan da bû, kasa wî baş dagirtin.

Swêdiyan ne bertîl tenê, em jî firotin Tirkiyê.

Yanî di bazara endametiya NATO´yê da yê herî zêde li zirarê derket em kurd in.

Serokên Swêd em firotin Tirkiyê. Nuha em nizanin li ser kurdan çi dan Tirkiyê. Çimkî nabêjin.

Lê baweriya min ew e tirkan di heqê kurdan da çi xwestibin swêdiyan ew bi zêdayî dane. Tirkiye li ser kurdên Swêd êdî xwediyê her înformasyonê ye.

XXX

Gotinek pêşiyan dibêje,”ne ji fesadan be gur û mihî ewê tev biçêrin.”

Wele ne rast e, gur tu carî dev ji gurtiya xwe bernade. Em vê rastiyê ji qerekterê gurên welatê me dagir kirine zanin.

Lema jî pêşiyan gotiye, ”gur postê xwe diguhere, xuyê xwe naguhere.” Ya jî kurmê şîrî, heta pîrî.

Xerab carnan fêlbaziyê, durûtiyê bikin jî vir e, ji bo xapandinê ye, ji bo ku karê xwe bi meriv biqedînin.

Piştî hewqas tecrûbe û serpêhatî dibê êdî me dijminên xwe nas kiribin. Dijminên bav û kalan nabin dostên lawan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE