07 mars 2024

Jinikê eşkere gotiya ez dijmina kurda me

Parlamentera CHP´ê û namzeda serokatiya belediya Afyonê Burcu Koksal xanimê gotiye, ”dema ew wek seroka belediya Afyonê were hilbijartin, deriyê belediyê bêyî partiya DEM´ê ewê ji her kesî ra vekirî be.”

Yanî ewê nehêle nigê kurdan bi belediyê bibe, ewê kurdan ji belediyê biqewitînin, ji wan ra zahmetiyê derxînin.

Beyana wê tê vê maneyê. Jinikê vekirî gotiye ez dijmina kurda me û gava ez bibim reîs jî ezê vê dijminatiya xwe bidomînim.

Serokê CHP´ê Ozgur Ozel li dijî vê beyana Burcu Koksalê derketiye, gotiye deriyên belediyên me ji her kesî ra vekirîye.

Lê jinik li beyana xwe xwedî derketiye û HUDAPAR jî lê zêde kiriye. Yanî heger CHP qezenc bike, deriyê belediya Afyonê ewê tim li kurdan girtîbe.

Jinikê durûtî û takîye nekiriye, ya dilê xwe gotiye. Bi baweriya min Burcu Koksal ne bi tenê ye, piraniya namzedên partiyên tirk wiha difikirin.

Yanî dibê meriv bi vê beyana jinê matmayî nemîne, siyaseta partiyên tirk di bingehê xwe da antî-kurd e. Hin kesên ne antî-kurd, demokrat, dostên kurdan nikanin vê rastiya, vê siyaseta partiyên tirk biguherînin.

XXX

Namzedê AKPê yê beledîya Stenbolê namzedê CHPê ekrem Îmamoglu rexne kiriye, gotiye:

”Îtîraza te li yek dewletê ye, îtîraza te li yek alê ye, îtîraza te li yek miletî ye, îtîraza te li yek welatî ye.”

Mêrik slogana serokê xwe xwe wek papaxanekî(tûtiyekî)dubare kiriye.

Kurd tune ne, welatê wan, ala wan, zimanê wan tune ye, tenê tirk hene. Û gava were ser hukim jî ewê vê siyasetê bimeşîne.

XXX

Hin îsan wer pîs in, wer xerab in gotina pîs û xerab têra tarîfa wan nake.

Gelek caran ji hin welatên Afrîqayê çeteyên însanan dixapînin telefonî min dikin. Ez tu carî bersîvê nadim wan.

Îro jî ji Elfenbenskusten, Tanzanyayê telefonî min kirin, ji bo ku bi zalimî min bişêlinin. Min tevilê telefon girt.

Bênamûsan xwe dane bende kal û pîran, telefonî wan dikin.

Her sal bi hezaran kal û pîrên swêdî dixapînin, çi perê wan hebe ji hesabên wan derdixînin.

Însan çawa kane hewqasî bêûjdan be, hewqasî ji hemû nirxên mirovayê bêpar be?

Wer xuya ye xerabî di xwîna, di ruhê hin însanan da ye, dibê xerabiyê, sextekariyê bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE