06 mars 2024

Gava Prometheus agir ji Xudayan dizî

Li gor mîtolojiyê Prometheus û Zeus bi hev ra însan xuluqandin. Însanan ne kanîbûne ji xwe ra xanî lêkirana ji bo ku tê da bisitiriyana, ne kanîbûne bi hawakî xweşik nêçîr bikirina, ne jî xwendin û nivîsandina wan hebû.

Û Zeus jî bi tu hawî nedixwest însan ji vê perîşaniyê, ji vê pşdemayiyê rizgar bibin û bibin xwedî jiyaneke hîn rehttir. Ji ber ku ew ji pêşketin û şiyarbûna însanan ditirsiya.

Wî dgot gava însan bi pêş kevin û fêrî gelek tiştan bibin ewê li hember min serî hildin û Xwedêtiya min nas nekin.

Li hember vê tirs û zalimiya Zeus, Prometheus dixwest agir bide însên û wan ji vê jiyana premîtîv rizgar bike; bike xwedî jiyaneke hîn xweştir, hîn rehettir.

Çimkî agir sîmbola pêşketin û hiş e. Lema jî Prometheus rabû agir dizî û da însên û bi vî hawî jî însan bi pêş ketin.

Li hember vê teserufa Prometheus, Zeus ew bi hawakî pir giran ceza kir. Ew bi zincîrê bi zinarekî ve girê da û 30 hezar salî, her roj ezabekî mezin pê da kişandin. Vê îşkenca han dom kir, heta ku rojekê riya Herakles bi wir ket û Prometheus rizgar kir.

Li gor Zeus, Prometheus bavekî hîn bi şefqet e. Baweriya Prometheus ewe ku agahdarî û baweriya bi însan ewê însan biguherîne û baş bike.

Lê Zeus terefdarê zulm û zorê ye, li gor wî însan ancax bi cezakirinê dikanin mutuh bibin.

Jinekê got li Yûnanîstanê çiyayek heye navê wî Olîmpos e û dûre jî bi serê xwe çiyayê hember îşaret kir:

- Olîmpos  hewqas bilinde ku hema hema serê wî digihîje asîmanan.

Berê înanan bawer dikirin li ser qotê Olîmpos gelek Xweda dijiyan.
Di nav Xwedayan de şah Zeus bû. Zeus û  Prometheusê mezin însanên  pêşîn xuluqandin. Prometheus ew ji heriyê çêkirin û Zeus jî ruh da wan.

Jiyana însanan pirr zahmet bû. Pirr dixebitîn. Nêçîrvanî dikirin ji bo ku kanibin jiyana xwe bidomînin. Ew heywanên nêçîr dikirin goştên wan bi xavî dixwarin û postên wan jî li xwe dikirin.

Li gor  Zeus wiha baş bû. Heger însan zêde fêr bibûna, wê gavê ewê ji  selteneta wî ra bibûna talûke.

Lê Prometheus ji însanan hez dikir, dixwest alîkariya wan bike. Wî ji xwe ra  digot, heger însan bibin xwediyê agir, ewê kanibin goştê xwe bibrêjin, nanê xwe bipêjin û ji xwe ra ji heriyê dîzikan çêkin û di firnan da bişewitînin.

Prometheus ji Zeus ra got:

- Divê em agir bidin însanan, ji bo ku kanibin hîn rehettir bijîn.

Zeus got:

- Na.

Lê li gel vê jî Prometheus dixwest agir bide însanan. Prometheus şevekê bi dizî derket, çû serê çiyayê Olîmpos. Li wê derê agirek bi şev û  roj wer vêketîbû. Bi alîkariya êgir êzingek vêxist. Û ew seriyê êzingê vêxistî kir bin paltoyê xwe û xwe bera jêr da, ba însanan.

Bi vî hawî Prometheus însan fêrî vêxistina êgir kirin. Her wisa wî însan fêrî qurbandana bi şiklekî nuh kirin. Gava însanan qurban didan, ji goştê ga perçên herî baş didan Xudayan û yên xerab jî ji xwe re dihîştin. Prometheus ew fêr kirin divê eksê vê bikin.

Însan fêrî bikaranîna agir bûn û vê yekê jî jiyana wan rehettir kir. Ji xwe ra xanî lêkirin, bûn xwediyên kincên hîn baştir û dest bi çêkirina hacetan kirin, hetta ya silehan jî.

Rojekê gava Zeus li jêr li însanan dinêrî, dît ku wa ye li ber xaniyên  wan agir vêdikeve. Prometheus ban kir huzûra xwe, jê ra got:

- Min ji te ra  negot divê tu agir nedî însanan?! Ew dikanin ji bo me bibin talûke. Nuha tew di ser da wa ye sîlehên wan jî hene.

- Prometheus got na, heger însan têra xwe şefqetê bibînin û em tiştê cihê ji wan re îzah bikin, ewê êrîşê neynin ser me.

Lê Zeus guh nedayê. Ew pirr zalim bû û lema jî Prometheus gelekî bi hovîtî ceza kir. Ji bo girtina Prometheus emir da. Ew li rojhilata dûr, li pişt çiyayê Kaukasus(Qaf)bi zincîrê bi zinarekî va girê dan. 

Her roj qertelek hat kezeba Prometheus perçe kir û xwar. Kezeb her şev ji nuh ve çê bû û qertel jî her sibe paş da hat, ew ji nuh ve xwar. 

Dibêjin berî Prometheus were rizgarkirin, sî(30) hezar salî ezîyet kişand.

Yê Prometheus rizgar kir Herakles bû. Herakles yekî gir û pirr bi qewet bû û qehremanekî rastîn bû.  

Rojekê ew çû ser wî zinarê rojhilata dûr. Bala xwe dayê wa ye yekî kal bi zinêr ve zincîrkirîye û qertelek jî xwe bera ser dide.

Herakles got:

- Tu kî’yî ey benderuh ?

- Ez Prometheus im. Wextekê pir zûde min alîkariya Zeus kir însan xuluqandin. Lê gava min  agir ji Xudayan dizî û ew da însanan, Zeus rabû ez bi vî hawî ceza kirim. 

Ev sî(30) hezar sal in ez bi vira ve girêdayî me û ezîyetê dikşînim.

Herakles got:

- Ji nuha û  pê de  qediya.

Herakles kevanê xwe pêht kir û xist qefesa(sepeta) qertelê ji hember da dihat. Prometheus qîriya, got:

Navêjê! Zeusê  te ceza bike.

Herakles got:

- Êzê jî cezayê wî qebûl bikim û  tîr avêt ji sînga qertel da. Tîr di sînga qertel da çik bû. Dûra jî zincîr ji zinêr verşand û Prometheus êdî merivekî azad bû.

Prometheus got:

- Tu kî yî, tu çawa diwêrî li hember Zeus rabî ?

- Ez Herakles im.

Ewrên di ser wan ra reş bûn û li çiyayên çarhawêlî wan bû gurrîna tavan. Zeus bû.

Prometheus destên xwe ber bi asîmanan ve vekir û qîriya:

- Zeus, min bikuje, lê Herakles efû bike, ji bo ku wî ez rizgar kirim !

Birûskekê Prometheus li erdê kir çît.

Herakles got:

- Tu dijî?
Û bi ser Prometheus ve xwar  bû.

Prometheus got:

- Erê, ez dijîm.

Herduyan li jor, li asîmanan nêrîn.  Komek stêrk nuh diçirisîn. Centaurek* bû, nîvî însan, nîvî jî hesp bû.

Herakles got:

- Zeus qebûl kir centaur ji dêl te ve bimre.

Prometheus lê vegerand:

- Ev tê wê manê Zeus ez efû kirim...

*Centaur mexlûqên mîtolojîk in, laş hesp e, qefes û serî însan e. Di mîtolojiya Yûnan da, centaur li çiyayên Peloponnesê dijiyan, carinan wekî wehşên xerab, talûke, carinan jî baş û wekî heval tên binavkirin.

Swêdî: Kerstîn Björklund
Wergera ji Swêdî: Zinarê Xamo
2007-12-22

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE