06 mars 2024

Gelo piştgiriya namzedekî partiyeke tirk rast e?

Namzedê partiya Saadetê yê belediya Amedê Muhamed Sabir Firat çûye serdana Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), xwestiye di hilbihartina da ew alîkariya wî bikin.

Camêr neviyê Şêx Seîdê gorbihuşt e, bûye namzedê partiyeke tirk a îslamî û dixwaze kurd rayên xwe bidin wî.

Ji bo me kurdan tu ferqa Saadetê û AKPê tune ye, şexs ne partî ye. Şexs kane merivekî baş be, lê ev yek nabe sebebê meriv raya xwe bide Saadetê, AKPê ya jî CHP´ê.

Bi baweriya min dibê yekî wek wî nebûya namzedê partiyeke tirkan û dibê kurd rayên xwe nedin tu partiyek tirk.

Hin dost û heval dibêjin dibê min navê partiya DEM´ê jî li van partiyên tirkan zêde bikira.

Ez partiya DEM´ê wek AKP´ê, Saadetê, CHPê nabînim. AKP, CHP, Saadet partiyên hêzên dijmin in, DEM ne partiyeke dijminên me ye. 

Di vî warî da ez û hin dost û hevalên partiya DEM´ê jî wek partiya Saadetê û partiyên tirkan dibînin wek hev nafikirin.

Rast e, DEM ne partiyeke kurd û Kurdistanê ye. Lê dîsa jî ne partiyeke wek Saadetê û AKP´ê ye; belediyên Kurdistanê têkevin destê wê ji bo kurdan baştir e. Ez wer dibînim.

Heger partiyeke kurdan, ya jî tifaqeke kurdan têkeve hilbijartinan ezê destegê bidimê.

Lê li hemberî AKP´ê, Saadetê, CHP´ê, MHP´ê, Îyî Partiyê ez dixwazim namzetên DEM´ê qezenc bikin. Li Kurdistanê biserketina DEM´ê ez ji bo tevgera kurd ya netewî, ji bo miletê kurd baştir dibînim.

Li Kurdistanê qezenckirina namzetên Saadetê, AKP´ê, CHP´ê, Îyî Partiyê serketina dewletê ye, kare kurdan di viya da tune ye. Ji van partiyan hin namzetên baş vê rastiyê naguhere.

Serketin ya partiyê ye, namzet nikane karekî ne li gorî dilê partiya xwe bike.

Çawa ku belediyên HDP´ê ji yên AKP´ê, Saadetê, CHP´ê baştir bûn, belediyên DEM´ê jî ji bo me ewê ji yên AKP´ê, Saadetê û CHP´ê çêtir bin. Ez wiha difikirim.

Tiştên, heykelên, navên, parkên belediyên HDP´ê li pey xwe hîştin, qeyûman giş guhertin, xera kirin. AKP, Saadet, CHP qeyûmên dewletê ne. Ez wiha dibînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE