05 mars 2024

Kemalîst tenê neyartiya kurdan nakin

Carnan hin kes gava çepên tirk rexne dikin, dibêjin çepên tirk kemalîst in. Dibêjin filan hêz, filan partî, filan partî, filan kes kemalîst e.

Yanî ji bo ku hin kes, hin hêz kemalîst in lema xerab in, antî kurd in. Heger ne kemalîst bûna ewê ne şoven, irqçî bûna, ne li dijî azadiya kurdan bûna. Ji bo ku kemalîst in neyartiya kurdan dikin...

Yanî ji bo ku hêzên çep, hin kes kemalîst in dijminatiya kurdan dikin, li dijî azadî û serxwebûna miletê kurd in.

Tiştekî wiha tune ye. Bi baweriya min dibê meriv li gorî viya tirkan kategorîze neke. Tirk, kemalîst, antî kemalîst, îslamîst gişk antî-kurd in, li dijî azadî û serxwebûna miletê kurd in.

Kemalîzim ne îdeolojiyeke civakî û felsefeyeke siyasî ye, tevgereke antî-kurd e.

Çepên tirk ne ji bo ku kemalîst in li dijî azadiya miletê kurd in, ji bo ku naxwazin Kurdistan çê be, ji bo ku naxwazin kurd azad bibin neyartiya kurdan dikin.

Tirkên ne kemalîst ji yên kemalîst ne baştir in.

Tirkên îslamîst ji tirkên kemalîst ne baştir in.
Ma AKP ji CHPê baştir e?
Ma serok û tevgerên îslamî ji CHP´ê, ji kemalîstan baştir in?
Tiştekî wiha tune ye.

Yanî tirkên ne kemalîst ji tirkên kemalîs na baştir in. Problem ne "kemalîzm" e, Kurdistan e, azadiya mietê kurd e.

Fikrê wan, baweriya wan çi be hemû bi hev ra li dijî azadiya miletê kurd in, naxwazin Kurdistan çêbe.

Ne hewece ye meriv serê xwe zêde bi teorî û minaqaşeyên tirkan ên vala ra biêşîne.

Ataturk antî kurd bû, nehîşt kurd azad bibin, Kurdistan ji kurdan girt, da tirkan, lema tirk jê hez dikin.

XXX

Gava hûn zanin, hûn bawer dikin yekî din kane ji we baştir karekî bike, bihêlin bira bike, hûn xwe di berra nekin. Kî kanibe karekî baştir bike, baştir ji heq derê dibê meriv rê bide wî/wê. Tiştê baş dibê di ser egoîzma meriv ra be.

XXX

Ji ber ku dagirkerên welatê me xurt in, ji ber ku micadela li hemberî wan zor e, talûke ye, nayê maneya merivê dev ji micadela xwe, dev ji hezkirina welatê xwe berde,xwe beta bike, di qunikekî da xwe veşêre.

Hûn nikanibin tiştekî bikin, hema ji dijmin nefret bikin, ji welatê xwe hez bikin, bi zimanê xwe bipeyivin, zarokên xwe asîmîle nekin.

XXX

Li Kurdistana Rojhilat(Îranê)di hilbijartinên parlamentoyê da kurdan serketineke mezin bi dest xistin. Kurdan li Urmiyê ji 12 parlamenteran 7 heb qezenc kirine.

Ev netîce ji bo miletê me zafereke mezin e. Azerî serê salan e dixwazin demografiya Urmiyê biguherînin. Urmiye kela kurda ye û ewê kela kurdan bimîne.

Ez birayên xwe yên Kurdistana Rojhilat û yên Urmiyê bi hurmet silav dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE