04 mars 2024

Di otoboz û metroyê da kesên kitêb û rojnameyan dixwînin êdî bi ber çavê meriv nakeve

Dinya malwêran di van 40-50 salên dawî da pir guharî. Pêşketina teknolojiyê, medya dîgîtal dinya zû û pir guhert.

Guherînên di van 40-50 salê dawî da gelek wasiteyên, aletên înformasyonê yên sedsalan ji ortê rakirin.

Berê di trênan û otobozan da di destê însanan da ya rojnameyek, ya kitêbek, kovarek hebû, her kesî tiştek dixwend. Nuha ew tişt ji kok da nemya. Meriv di destê tu kesî da kitêbekê, kovarekê, rojnameyekê nabîne. 

Li Swêd jixwe rojname jî êdî her roj dernakevin. Ez bawer dikim ji heftê du-sê rojan carê dertên. Ew jî ji bo kal û pîrên çend sal umrên wan maye.

Dibêjin li Amerîkayê heta salê tê(2025)ji sisiya yekê rojnameyan ewê werin girtin.

Pêşketina înternetê û medîa digîtal gihîştina înformasyonê digîtal ji bo însanan baştir û hêsantir kiriye.

Him jî belaş e û li her derê kane di telefona xwe da kane bixwîne.

Kêmbûna reqlaman jî pişt li rojnameyan şikandiye, şîrket reqlamên xwe di telewîzyonan da, di înternetê da belav da be.

Xort wek berê rojnameyön kaxetî naxwînin, di telefonên xwe da xwe digihînin her tiştî.
Di sala 2021´ê da ji sedî 56´ê nufûsa Swêd rojnameyên dîgîtal, ji sedî 28 jî rojnameyên kaxetî xwendiye.

Yanî meriv kane bibêje pêşeroja rojnameyan kaxetî tarî xuya dike, li ber mirinê ye, ewê bibin rojnameyên dîgîtal. Jixwe ji nuha da jî bûne, yê ne abone be nikane her xeberê bixwîne.

Lê wek kalekî min bîriya xwendina rojnameyan û di trên û otobozan da bîriya xişîna dengê wan kiriye.
Do ez çûm Kitêbxaneya Kurdî. Di çûn û hatinê da, min bala xwe dayê çavê her kesî di bêxwediya telefonê da ye.

Heta keç û xortên hevalên hev jî bi hev ra nedipeyivîn, bi telefonên xwe mijûl bûn. Keçikê carnan dinuicand lêwik, menûya aşxaneya ewê biçûyanê nîşanî wî dida.

Lîwik nedixwest dev ji lîstika xwe berde, bala xwe nedida telefona wê, serê xwe dileqand, digot temam, erê, erê…

Du dildar bi hev ra diçûn aşxaneyekê lê bi hev ra sohbet nedikirin, herdu jî bi telefonên xwe mijûl bûn. 

Telefona dest derbeke mezin li têkiliyên însanan xistiye, şêwr, sohbet, şevbêrkên berê pir kêm kiriye. Êdî her tişt bûye telefon, çavên însan wer di telefonê da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE