03 mars 2024

Li Swêd nivîskarên me zêde dibin


Do min nivîskarekî xort, bi navê Agrî Îsmaîl û romana wî Hyper bi we da nasîn. Îro jî ezê xortekî din, Zhiwar Rashid bi we bidim naskirin.

Min ev xort bi xêra Sorin Masifi xanimê nas kir, wê ji min ra navê Zhiwar Rashid got. Belkî navê wî bi kurdî Zîwer Reşîd e.

Zhîwar Reşîd di sala 1988´a da li kampa Saryasê ya penaberên Kurdistanê ji dayik bûye û li Helebceyê mezin bûye. Ji kîjan beşê Kurdistanê ye ez nizanim. Bi soranî, hewramî baş zane.

Belkî hewreman be, lê soranî zane. Kînga hatiye swêd nizanim.

Piştî hatiye swêdî fêr bûye, bûye sosyolog. Nuha li bajarê Goteborg dijî. Romanek bi navê Under mullbärsträdet(Di bin dara tuyê da)nivîsîye. 

Yanî li Swêd nivîskarên me pir dibin. Li Swêd çend şair û nivîskarên kurd hene, ez navê gişan nizanim. Lê pir in.

Xwezî weşanxaneyên kurdî ji van berheman hinek wergerandina kurmancî.
Kurd van ciwanan nas bikin, berhemên wan wergerînin kurdî baş e.

Romana wî di medya Swêd da krîtîkên pir baş girtiye, gelek rexnegiran pesê wê dane.

Min do jî got, dema ez ciwanên wiha jîr, pêşketî dibînim kêfa min tê, hebûna wan min dilşa dike. Min xwest bi çend rêxan vî xortî jî bi we bidim naskirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE