03 mars 2024

Dîsa li ser gazina ji şopîneran

Çendakî berê şopînerên, ya jî tikandinê bloga min daketin bin 200 î. Min bi nivîsekê gazin ji vê kêmbûnê kir. Min got piştî 17 sal xebat, zêdetirî neh hezar meqale dibê xwendevanên min hewqasî ne kêm bin.

Yanî gerek nebe mesela sal bi sal, xwezî bi par. Nivîsa min hat xwendin, nehat xwendin, tesîreke wê çê bû, çê nebû ez nizanim.
Lê nuha min bala xwe da îstatîstîkan, tikandinên rojane bi ser 300´î ketiye.


Bêguman 300 ne pir e, dibê herî kêm sê hezar bûya, lê ji bazara kurdî kesad e, lema jî ev jimar jî ne xerab e.
17 sal berê, dema min nuh dest bi blogerîyê kir, li ciyê kar li ser bloga min di nabêna min û hevalekî min da sohbetek çêbû. Min li ser wê sohbetê wê rojê çend rêz nivîsîn.
Bi vê minasebetê ez wê nivîsa xwe jî pêşkêşî we dikim.


2007-11-22

Îro li ciyê kar mesele vebû, min jî qala malpera xwe kir, min got ez her şev tiştekî dinivîsim, wesaîre…

Hevalekî swêdî bi mereqdarî got:

Ma nufûsa kurdan çuqas e?

Min got wele nufûsa rastîn ancax Xwedê dizane, lê li gor texmînan nufûsa hemû kurda li dora 30-40 milyonî ye.

Mêrik bi rengekî matmayî got:

-Ê wê demê xwendevanên te pir in.

Ez keniyam û min gotina pêşiyan,”dengê defê ji dûr va xweş tê” û “navî giran e warî wêran e” jê ra îzah kir.

Derdê min baş fêm nekir, lê dîsa jî bi kibarî got, “min fêm kir”.

Min di dilê xwe da got, 30-40 milyon wek 30-40 milyonê xelkê bûya, nuha em ne di vî halî da bûn.

Gelek caran meriv fedî dike bibêje, nufûsa kurdan hewqas e!

Xwezî em 400. 000 hezar bûna lê xwedî dewlet û serbixwe bûna.

Heger dinya bihêle em jî dawiya dawî wek her kesî bibin xwedî dewletek serbixwe. Lê bala min lê ye ne tenê tirk, faris û ereb, dinya bêbav jî naxwaze em bibin xwedî dewleteke serbixwe. Tu dibê qey li vê cîhanê kurdan tenê nîhaye diya dinyayê, tu kes dewleteke serbixwe layiqî me nabîne.

Li cîhanê xwedî dewletbûn mafeê her kesî ye, ji her kesî ra edet e, lê dema ji me kurdan tenê raqebhet!

Lê kurd dibêjin, ”xwediyê sebrê mîrê misrê”, emê jî sebir bikin, hela ka xwendevanên min zêde dibin ya na...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE