15 mars 2024

Ne rast e meriv karên Kendal Nezan ji bo miletê xwe kiriye înkar bike

Di Facebookê da camêrekî bi navê Mehmet Amed Xerîb gotiye:

”Heta îroj min ti karên Kendal Nezan nedît ji bo kurd û Kurdîstanê.”

Ez matmayî mam. Ev kes hetanî nuha ya di guhê gê da bûye, lema tu xebateke Kendal Nezan ji bo kurd û Kurdistanê nebihîstiye, ya jî merivekî pir dilreş e, bi zanetî heqê Kendal Nezan dixwe, keda wî înkar dike.

Ji bo ku meriv bibêje ”min tu karekî Kendal Nezan ji bo Kurd û Kurdistanê nedîtiye” dibê ya meriv kor be, ya jî derewçînekî mezin be, heqnenas be.

Li Dîasporayê di van 50-60 salên dawî da tu kurdekî bi qasî Kendal Nezan ji bo kurdan karên muhîm nekiriye. Xwezî bi hezaran Kendal Nezanên me hebûna.

Kendal Nezan di sala 1983´a da li Fransayê Enstîtuya Kurd avakiriye. Heta nuha bûrs daye bi sedan akademîsyen, keç û lawên kurd.

Enstîtuyê li ser kurmancî xebat û lêkolînên pir hêja kiriye. Kovara Kurmancî derxistiye. Kamûsa(ferhenga) Kurdî-Fransî çap kiriye.

Çend roj berê li Stockholmê civîna 70 bi şahiyekê pîroz kirin. Înformasyonê li ser kurdan belav dike. 

Ji xebatên Enstîtuyê ev tenê çend tiştên hatin bîra min. Bêguman tiştên Enstîtuyê ji bo kurdî û miletê kurd kirine pirtir in.

Dixwazin ji Kendal Nezan hez bikin, dixwazin hez nekin, lê dibê meriv heqê Sezar bide Sezar. Kendal Nezan bi serê xwe,bi xebata xwe, bi îmkan û têkiliyên xwe ji bo miletê xwe, ji bo kurdên her çar perçên Kurdistanê gelek xebatên hêjayî pesin û teqdîrê kirine.

Kendal Nezan 50-60 sal e li Ewrûpayê ji bo gelê xwe wek lobîîstekî pir jîr û jêhatî xebitiye, di her roja teng û giran da çûye gazî û hawara miletê xwe û partiyên her çar perçên Kurdistanê.

Kes nikane vê rastiyê, vê tarîxê înkar bike. Yê bike neheqiyê dike. Û bi înkarê jî ev tarîxa Kendal Nezan ji ortê ranabe.

Ne rast e, ne jî ehlaqî ye meriv kar û xebata însanan înkar bike, tune bihesibîne.
Dilê meriv jê ra nexwaze, meriv nexwaze qala xebatên wî bike jî dibê înkar neke. Înkara rastiyê bêûjdanî ye, bêexlaqî ye.

Ez Kendal Nezan ji dûr va nas dikim, tu samîmîyeteke min bi camê ra tune ye. Lê tiştê min dîtiye înkar nakim û dema gotin li gotinê keve fikrê xwe, tiştê min dîtiye dibêjim.

Di 44 salên jiyana xwe ya li dîasporayê da nebûme şahidê xerabîyeke camêr.

Hin kes jê hez nakin, li nigê wî dixin, ew jî normal e, meriv çiqasî baş be jî dîsa kêfa her kesî ji meriv ra nayê.

Lê em bibêjin belkî hin kêmasî û şaşiyên wî çê bûbin. Meriv kane viya bi zimanekî maqûl bibêje, rexne bike. Kesê karekî neke şaşiyê nake.

Lê kêmasiyek, şaşiyek gerek nebe sebebê înkarkirina kar û xebatên wî yên ji bo kurd û Kurdistanê.

Li dinyayê tu kesê bêkêmasî tune ye, merivê tu carî şaşiyekê neke tune ye. Di nav kar û xebata siysî, dîplomasî da meriv carnan hin kêmasî û şaşiyan dike. Ev jî normal e. Mirî û tiralên bêkêr şaşiyê nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE