16 mars 2024

Helepçeyê ji bîr nekin !


Îro 16´ê adarê ye, roja qatilên Seddam Husên li Helepçeyê jahrî bi ser kurdan da barandin, 6500 kurd bi jahrê kuştin,.15 hezar kes jî jahrdadayî kirin, kor, seqet hîştin.


Di tarîxa miletê kurd da 16´ê adara 1988´a rojeke pir xembar û pir reş e, roja felaketeke netewî ye. Hîroşîma û Nagazakîya miletê kurd e. 

Qetlîama Helepçeyê di dilê kurdan da birîneke pir kûr ya bêderman e, heta kurd hebin ewê qetlîama Helepçeyê ji bîr nekin.
36 sal di ser Jenosîda Helepçeyê ra derbas bû, lê hîn jî dawî li jenosîda kurdan nehatiye. 

Li her çar perçên Kurdistanê kurd di bin zulm û teroreke mezin da ye. Li tu derê rehetiyê nadin kurdan. 

Tirkiyê bi sedhezaran kurd ji gund û bajarên wan derxistine, ereb û tirkmen di malên wan da bicî kirine. Yanî tehcîr û qetlîama kurdan hîn berdewam e.
Meha adarê di tarîxa miletê kurd da meheke mişt êş, cefa, trajedî û qetlîam in. Di vê mehê da kurd him Newrozê pîroz dikin, him jî jenosîda Helepçeyê bibîr tînin. 

Di 36 saliya jenosîda Helepçê da şehîdên Helepçeyê bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE