02 mars 2024

Rûvî berê nediçû qulikê rabû hejikek bi dêla xwe va kir

Go rûvî(rovî) berê nediçû qulikê, rabû hejikek jî bi dêla xwe va kir, ji xwe ra xerabtir kir.

Berê karê min pir e, ez di bin da pelixî me, ji do da ye min karekî pir girantir li yên heyî zêde kir.
Di rewşên wiha da dayika min a rahmetî digot, ”nesitirî, ji xwe bigere !”

Ez ji xwe nagerim, hejikan bi xwe va dikim, li ciyê rehetiyê barê xwe girantir dikim.

Do di kompîtora xwe ya kevn da, di nav dosyeka fotografan da ez rastî nivîsên xwe yên NETKURD´ê û gelek nivîsên din hatim.

Di van 30 salên dawî da min gelek nivîs nivîs û name nivîsîne, bersîvên şexsî daye xwendevanan, bi hezaran nivîsên kurdî û tirkî li xwe kom kirine. 

Do ez rastî wan hatim. Li ser hev ji du hezar hebî zêdetir in. Ji do êvarî da ez ketime nav, yek bi yek vedikm, lê dinêrim û tasnîf dikim. Ez gêj bûme. Min hewqas nivîs çawa li xwe kom kirine ez fêm nakim?
Ev paqijkirin ewê çend rojan bigire. Lê ezê pir biwestim.

XXX

Xortê hêja, Qesîm Etmanekî kitêba min, Rojnivîskên Sirgûnekî xwendiye, kêfa wî jê ra hatiye û çend gotinên bi qîmet, dostane jî li ser gotiye. Mala camêr ava be, ez pir kêfxweş bûm. Ez nivîsa wî parve dikim, fermobixwînin.

XXX

Şiîreke hindî:

Kûçike heye, kevir tune

Kevir heye, kûçik tune

Kevir heye, kûçik heye

Lê tu mêr î kevir bavêje

Çimkî kûçikê qirêl e

XXX

Nivîskara amerîkî Erîca Jong xanimê li ser aqilê jin û mêran teşhîsek pir xweş û di cî da kiriye, gotiye:

-Hûn kanin gelek mêrên baqil bi jinên ehmeq ra bibînin. Lê belê ne mimkûn e hûn jineka baqil bi mêrekî ehmeq ra bibînin.

Heger hin îstîsna hebin jî îstîsna qaîdeyê xera nake. Jinikê rast gotiye.

Di platforma X´ê da xanimekê gotiye:” Bi milyonan jinên Kurdên baqil bi mêrên ehmeq re zewicî ne. Hama ez bi xwe jî dikarim gelek navan bidim.”

Min ji xanimê ra got: ”Wan jinan ew ehmeq hilnebijartine, bi zorê dane wan. Jin baqil in, zû bi zû nabin dildarên mêrên ehmeq. Lê hindik bin jî helbet jinên ehmeq jî hene, qey te ew dîtine Zelal xanim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE