02 mars 2024

Ma qey dewleteke serbixwe ji bo filistîniyan heq e, ji bo me kurdan sûc e, qebhet e ?

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”avakirina dewleteke Filistînê a serbixwe şert e”.

Ji bo 3-4 milyon filistînî dewleteke serbixwe şert e, lê ji bo 40-50 milyon kurd dewlet ne şert e, dibê kurd nebin xwedî dewlet.

22 dewletên erban hene, dibê dewleteke din jî çêbe, bibe 23 dewlet, lê gerek dewleteke kurdan çê nebe.
Gerek her kurd ji Erdogan bipirse:

-Çima tiştê tu ji bo filistîniyan dixwazî, heq dibînî, tu ji bo kurdan naxwazî?


57 dewletên îslam hemû dixwazin dewleteke filistîniyan ya serbixwe çê bibe. Ji bo vê piştgiriyê didin filistîniyan. 

Lê yek welatekî îslam jî ji bo kurdan dewleteke serbixwe naxwaze, kes piştgiriyê nade daxwaza kurdan a serxwebûnê. 

Dibê her kurd vê pirsê ji Erdogan, ji welatên îslam bike: Çima tiştê hûn ji bo filistîniyan dixwazin, ji bo me kurdan naxwazin? 

Ma qey dewlet ji bo filistîniyan heq e, ji bo me kurdan qebhet e?

XXX

Ker, rojekê postê şêrekî li derekê bi dest xistibû. Postê xwe li xwe kir û berê xwe da gundê xwe.

Kesên ew ji dûr va dîtin tirsek mezin ket dilê wan, ji tirsa vir da, wê da baz didan.

Li hemberî vê tirsa gundiyan, ker pir kêfxweş bû, dest bi zirînê kir. Bi zirîna ker ra gundiyan mesele mesele fêm kirin. Xwediyê ker pir aciz bû, ew da ber çuyan.

Piştî bûyerê kûçikê malê çû ba ker, jê ra got:

-Wele tu çer ziriya min tu nas kir.

Hin kes hene çer çend gotinan dikin, ya jî dinivîsînin meriv tavilê fêm dike çi meriv in, çi mal in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE