21 februari 2024

Xelk sal bi sal zêde dike, ez kêm dikim

Demeke xwendevanên bloga min ”Hindik-Rindik” kêm bûne. Ez nizanim sebeb û esbabî mûcîbeya vê yekê çi ye?

Gelo ez tiştên xweş, balkêş nanivîsînim, ya jî xwendevanên min vê demê meşxûl in, tembel bûne lema riya xwe bi bloga min naxînin?

Berê tîraja tikandinê rojê tim çendsed bû, carnan bi ser hezarî û du hezaran jî diket.

Ev çend roj in jimar daketiye bin dusedî. Piştî 17 sal blogerî ev tîraj pir hindik e; ji dêlî zêde bibe, kêm bûye.

Belkî jî van rojan li başûr û bakurê Kurdistanê hin bûyerên muhîm dibin, hilbijartin nêz dibin, Îraq baş hucûmî ser Kurdistana Federe dike, bi riya Mahkima Federal dixwazin statuya kurdan hilweşînin û kurdan bikin parsekên ber deriyên xwe.
Di vê êrîşa Îraqê da helbet tiliya tirkiyê jî heye, Tirkiye jî bi dostî, bi Îraqê ra gorra kurdan dikole.

Li bakurê Kurdistanê jî hilbijartinên mehelî nêz dibin, bala kurdan li ser vê meselê ye.

Belkî jî ji ber van sebeban xwendekarên min wextê nabînin riya xxwe bi bloga min xînin. Esas ez jî qala van miran dikim, lê diyar e tiştên ez qal dikim zêde ne balkêş in.

XXX

Min bîranînên Aslîka Qadir xanimê(Welatê me Kurdistan e)nîvçe hîştibû, dest bi xwendina bîranînên Keya Îzol û şiîrên Selîm Temo ”Pûnga li Bajêr” kiribû.

Min herdu ji zû da qedandin, nuha dîsa dest bi xwendina bîranînên Aslîka xanimê dikim.

Bîranînên Aslîka Qadir pir xweş in, zimanekî wê yê îronîk heye. Meriv di heqê kurdên êzdî da gelek tiştên nuh, gelek tiştên me nizanîbû, nebihîstibû fêr dibe.

Me digot belkî ew di bihuştê da dijiyan, lê ne wer bûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE