21 februari 2024

Tirkiyê lez daye guhertina demografiya Kurdistanê

Tirkiye bi program demografiya Kurdistanê diguherîne. 218 malbatên(703 tirkên) ahiskayî birine li Xelatê bicî kirine.

Gotine ewê 10 hezarên din jî bicî bikin. Mêrikan pir ecele dikin.

Ev ne cara pêşî ye tirk ji kafkasyayê û Balkanan, ji Afganîstanê mahciran tînin li Kurdistanê bicî dikin.

Ji bo Kurdistanê li xwe bihelînin û kurdan bikin tirk, her riyê, her metodê bi kar tînin.

Guhertina demografiya Kurdistanê talûkeyeke pir mezin e, li ber çavên me welatê me ji me distînin. Em jî lê temaşe dikin, nikanin tiştekî bikin.

XXX

Di telewîzyona Utopiayê da li hevpeyvîna bi nivîskar, lêkolîner Ahmet Kardam temaşe dikim. Esma Akbalik xanim pê ra dipeyive.

Ahmet Kardam xwarziyê Bedîrxaniyan e. Piştî 50 saliya xwe bi kurdîtiya xwe hesiya ye û li ser koka xwe ya Bedirxaniyan du kitêb pir hêja nivîsîne.

Haya min ji kitêbên wî heye, lê ev cara pêşî ye li camêr gudarî dikim. Ahmet Kardam merivekî pir hêja ye. Min pir jê hez kir. Heger mimkûn bûya min dixwest wî têr himêz bikim.

Bi xwarziyekî wiha hêja ra pir serbilind im.

XXX

-Heger dayika we nexweş be ma hûnê herin li dayikeka din bigerin, ya jî hûnê li ber serê wê bin, bixebitin wê sax bikin?

Welat wek dayikê ye.

Feqîr be em dewlemendiya wê ne, pîr be em bastonê wê ne, nexweş be em dermanê wê ne, biqefile em kincên wê ne û heger xwasî be emê bibin sola nigê wê.

///Duraid Lahham

Teşbîheke rast û xweş e. Welatê meriv dayika meriv e, meriv tu carî terka wê nake, jê naxeyide, tim dihere gazî û hawara wê.

XXX

-Qusûr bi kurk û ebe be kes piyê xwe tê ra nake.

-Qadiyo, her kes ji xwe raziyo.

Kes bi kesî qayil nabe, her kes ji xwe, ji siyaseta xwe, ji partiya xwe, ji serokê xwe razî ye.

 XXX

Îro 21´ê sibatê, roja zimanê dayikê yê cîhanî ye. Dibê zarokên kurd ne bi tirkî, bi kurdî, bi zimanê kalik û pîrikên xwe mezin bibin.

Dê û bavên kurd ji îro û pê da gerek zarokên xwe asîmîle nekin, bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin.

Kurdino, zarokên xwe asîmîle nekin, zarok guneh in !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE