Her kes nikane her nivîsê, her axaftinê, her şîirê, her metaforê, her alagoriyê, her îmajê, her teşbîhê, her taswîrê fêm bike, jê kêf û zewqekê bigire.
Gava meriv ji şiîrekê(ji helbestekê), ji teşbîh û
îroniyên wê fêm nekir, jê kêf û zewqek negirt, nayê wê maneyê ew şiîr xerab e,
şiîreka vala ye, berradayî ye.
Xweşikî, nexweşikî, fêmkirin, nefêmkirin tiştekî îzafî ye, li gorî mistewa şexsan a întellektuelî diguhere.
Ji bo fêmkirin û hezkirina ji şiîrekê, ji teksteke edebî
zanîn, mistewayeke întellektuelî û zewqek li gorî wê lazim e.
Her kurd ji kilamên dengbêjan hez nake, lê gudarî nake. Ev
yek kilaman bêqîmet nake.
Her kes ji muzîka kilasîk, ji baleyê hez nake, lê ev yek muzîka kilasîk û
baleyê bêqîmet nake.
Her kurd nikane ji şiîrên Melayê Cizîrê, ji yên Ehmedê Xanî
fêm bike. Lê ev yek şiîrên Melayê Cizîrê û Ehmedê Xanî bêqîmet nake, tu tiştekî
ji şaheseriya wan, ji mezinahiyan wan kêm nake.
Hema hema kurd ji şiîrên Cegerxwîn fêm dike, çimkî ew bi kurmancîya nuha û bi
zimanekî sivik, yê rojane hatine nivîsîn, ne kurmancîya 400 sal berê ye.
Ji ber ku şiîrên Cîgerxwîn ji yên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî bêtir tên fêm
kirin, ev yek nabe îspata Cîgerxwîn şairekî ji Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî
mezintir e.
Gelek şairên di mestewa Cîgerxwîn da, hetta yên ji wî jî mezintir hene, lê yên
di mistewa Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî da tune ne.
Mistewa şiîrên Melayê Cizîrî pir bilind e, helbet her kes nikane wan fêm bike.
Ji bo fêmkirina wan dibê haya însên ji felsefê, ji tesewifê, ji edebîyata
farisî, erebî û cîhanê hebe. Dibê însan erebî, farisî, tirkîya kevn, dîwan
edebîyata osmanî zanibe.
Yanî sebebê fêmnekirina şiîrên Melayê Cizîrî ne ji şiîrên Melayê Cizîrî da, ji
ber mistewa xwendevan e.
Her îngilîz ji şiîrên William Shakespeare baş fêm nake, hez
jî nake. Lê ev yek wî biçûk û bêqîmet nake.
Ma her kes ji pîyesên Shakespeare Romeo û Julîa û
Hamlet fêm dike?
Bêguman na, lê ev yek tu carî nabe îspata ev pîyes ne tu tişt in, vala ne.
Melayê Cizîrî şairekî pir mezin e, ji Fîrdewsî, Şîrazî û Shakespeare ne kêmtir
e, di mestewa wan da ye. Lê ji bo ku em miletekê bêdewlet in, şairê me bi qasî
yên farisan û îngilîzan deng nedan, nehatin nasîn.
Şiîra Melayê Cizîrî ya bi nav û deng:
Dil ji min bir
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hîlalan
Dil ji min bir dil ji min
Dên nedîrê bo `ebîrê
Xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji min
Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir dil ji min
Xweşxeramê ez xulamê
Nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê
Dil ji min bir dil ji min
Mahirûyê miskiboyê
Surpilingê şêrixûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan `eql û hiş man
Sa`eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir dil ji min
Mahitabê afitabê
Dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir dil ji min
Serwinazê serferazê
şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê
Dil ji min bir dil ji min
Bejn û bala tûx û `ala
Min kirin vêk ra mutala
çîçeka terhîn-i wala
Dil ji min bir dil ji min
Mîrê xazî şîrê tazî
Vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j` xeflet ve gazî
Dil ji min bir dil ji min
Şîr û xişt in zulf û qişt in
Hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir dil ji min
Rohniya çehvên Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min
///Melayê Cizîrî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar