22 februari 2024

Îro em gelkî westiyan

Piştî 99 deqîqe(7,57 km)meş, gava em gihîştin mal, em ji hal da ketibûn, xwîdan ji me diherikî. Me kincên xwe guhert, xanimê bazda nav nivînan, got, ”ez li ser xwe naedilim.”

Dema meriv ji gerê tê malê û xwe bera ser dîwanê(qoltixê) dide û qahwa xwe viduxwe, bira we bizanîbûya çiqasî xweş e!

Hundur xalî, her der bêdeng, meriv naxwaze ci ciyê xwe tev bilive. Di cî da xewa meriv tê, meriv dikeve xem û xeyalan.

Ji zûda ye min pasta çênekiriye, min pastak çêkir, xist firnê. Heta xanim ji xew rabe temam e, emê bidin ber qahwa xwe. Me ec kêf heq kiriye.

Ez ji netîcê memnûn im. Pasta min tam li gorî dilê min çêbûye. Nuha min fîncanek qahwe heq kiriye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE