23 februari 2024

Gelê Wêranşarê di vê hilbijartinê da dibê belediya xwe ji hevalê neyar bigire !


Li Tirkiyê û li Kurdistanê ji hilbijartinên beledîyan ra mehek û 6 roj maye.36 rojên din, di 31´ê adarê da li Tirkiyê û li Kurdistanê ewê hilbijartinên mehelî çêbibin.

Bi nêzîkbûna roja hilbijartinê ra meydana siyasetê germ dibe.
Li ser taktîk û tifaqên di hilbijartinan da, kîjan partî ewê çi bike gelek tişt tên gotin.

Li bajarên tirkan kîjan partî qezenc dike, kîjan wenda dike ji bona min ne muhîm e. Ez serê xwe bi vê yekê ra naêşînim. Hilbijartinên tirkan, teşxeleyên nabêna partiyên wan min eleqeder nake.

Ji bo min ya muhîm hilbijartinên li bajarên Kurdistanê ye. Dibê tu partiyeke tirk, li tu bajerekî Kurdistanê qezenc neke. Kurd rayên xwe bidin kesên welatparêz, kesên ne hevalên dewletê.

Ez zanim ev li her derê ne mimkûn e, lê daxwaza min, hêviya min ev e.

Li Kurdistanê bira partiyên tirk qezenc nekin, kîjan partiya kurdan qezenc dike baş e, ewê min gelkî kêxweş bike. Ez ne hevalê DEM´ê me, ez li dijî hêzên dagirker û partiyên wan im.

Di hilbijartinên beledîyan da dibê kurd rayên xwe nedin AKP´ê, CHP´ê, MHP´ê, tu partiyek tirk.

Dibê kurd li Kurdistanê zilam û hevkarên dewletê û tirkan nekin serokên belediyên xwe, rayên xwe bidin kurdên welatparêz, bidin partiyên xwe. 

Kîjan partî dibe ferq nake, ya muhîm li Kurdistanê partiyên dijmin bi ser nekevin.

Ji ber ku ez ji Wêranşarê me dixwazim fikrê xwe li ser hilbijartina beledîya Wêranşarê bibêjim.

Bira merivên min,hemşeriyên min raya min bizanibin.

Li Wêranşarê xortekî bi navê Serhat Dîcle Înan û Bedrîye Yorgun bûne namzetên partiya DEM´ê.

Raqibê DEM´ê ji AKP´ê Salih Ekîncî ye, merivê dewletê ye.

Di hilbijartina 31´ê adara 2019´a da belediye bi zor ji HDPê girtin, Salih Ekîncî kirin serokê belediyê.

Di vê hilbijartinê da jî dîsa Salih Ekîncî namzetê AKPê ye.

Kurdê baş, welatparêz nabe hevalê dewletê, nabe namzetê AKP´ê û partiyeke antî-kurd.

Kurdê bibe heval û namzetê partiyek tirkan ne merivekî paqij e, ne kurdperwer e, hevalê dijmin e.

Salih Ekîncî çi bibêje vala ye, heger merivekî kurdperwer bûya nedibû hevalê neyarên kurdan.
Lema jî dibê wêranşarî careka din wî nekin serokê belediyê.

Ez Bedrîye Yorgun xanimê nas nakim, Serhat Dîcle Înan nas dikim.
Bedrîye Yorgun xanim miheqeq xanimeka baş e, lema ew kirine namzet.

Serhat Dîcle merivê min e, abûqat e, kurdperwerekî dilsozê welatê xwe û miletê xwe ye.

Bavê wî Fahrî Înan û hevalê me hêja abûqat Kazim Ekîncî di 7´ê nîsana 1994´a da li Wêranşarê ji alî qatilên dewletê va bi namerdî hatin kuştin.

Qatil hîn jî nehatine girtin. Doz muhrîrî zeman bû.
Bavê Serhat Dîcle kuştin, lawê wî daye ser şopa bavê xwe, vê carê ew doz û micadela bavê xwe didomîne.

Di hilbijartina 2019´a da hukûmeta AKP´ê serokatiya belediyê bi zor ji kurdan girt, vê carê dibê wêranşarî nehêlin ev zorbatî dubare bibe.

Hukûmeta AKP´ê di van 10-12 salên dawî da zulmeke pir mezin li miletê me kiriye, bi dehhezaran însan di zindanên dewletê da êsîr girtine.

Bi sedhezaran kurd bi çolan xistine. Ji tirs û zulma dewletê kurd nikanin bîna xwe bigirin. 

Ji bo tiwîtekê, ji bo ecibandina nivîsekê, rismekî însanan davêjin zindanê, zar û zêçên wan perîşan dikin.
Salih Ekîncî heval û piştgirê vê dewletê, vê hukûmetê ye.

Li Wêranşarê dibê Salih Ekîncî careke din nebe serokê belediyê.
Gelê Wêranşarê, kurdperwerên wêranşarî, eşîrên Wêranşarê dibê namzetê AKP´ê, Salih Ekîncî careke din nekin serokê belediyê.

Wêranşar kela berxwedanê ye, bajarekî li hemberî dewletê tim serî hildaye, tim kurdayetiya xwe parastiye, di her hilbijartinê da ev kurdperweriya xwe îspat kiriye.

Ji bo wê jî dewletê tim giraniyeke mezin daye ser Wêranşarê, tim xwestiye li Wêranşarê tevgera netewî bêhêz bike, ji ortê rake.

Hêviya min ew e di hilbijartina 31´ê adarê da gelê Wêranşarê ewê Serhat Dîcle Înan û Bedrîye Yorgun xanimê bi ferqeke mezin hilbijêrin.

Dibê AKP careke din serokatiya belediya Wêranşarê negire.
Gelê me li Wêranşarê û li seranserê Kurdistanê dibê bi rayên xwe derseke baş bide vê hukûmeta zalim û xulamok û merivên wê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE