Ev çend roj bûn çavê min wer li rê bû, bi bêsebrî ez li bende hatina wê bûm.
Axirê bîstek berê POSTNORD´ê pakêta ez bi kelecan li bende bûm ”Rojnivîskên
sirgûnekî 1985-1999” anî danî ber deriyê me û çû.
Wek zarokek ji meriv ra çê bibe, wek dayika meriv were mîvaniya meriv ez
kêfxweş bûm.
Gava nivîs dibe kitêb û tê dikeve destê meriv, hestekî pir xweş e, tiştekî nuh
li jiyana meriv zêde dibe.
Min pel di ser hev ra quliband, bala xwe da risman, min eciband.
Min qapaxa wê, mîzanpaza wê pir eciband. Bala meriv dikşîne, meriv dixwaze lê binêre.
Bi baweriya min yê qapax û mîzanpaj çêkiriye merivekî pir profesyonel e. Ji estetîkê baş fêm dike.
Ez zanim hûnê bibêjin kes nabêje dewê min tirş e, helbet tu yê pesnê kitêba xwe bidî.
Rast e, lê ne ji ber ku kitêba min e, bi rastî jî PALL´ê xweşik çap çap kiriye. Kêfa min jê ra hat, lema ez hewqasî pesnê wê didim.
Kitêb ev du heftene derketiye hîn kesî bi rêzekê, bi gotinekê jî qala wê nekiriye. Ne xwendevanekî, ne malperekê, ne rexnegirekî yanî kesîç qal nekiriye.
Wer diyar e ya kesî hîn nexwediye, ya jî xwendine hêja nabînin qalê
bikin.
Civata me wiha ye, tu ne heval û merivê hin hêzan, hin derdoran, hin kesên bi nav
û deng bî, yanî pişta te tunebe kes te nabîne, kes qala berhema te nake.
Di nav kurdan da çend cephe hene, ez ne merivê cepheyekê me, kitêbê bixwînin jî
kes naxwaze tiştekî li ser bibêje.
Ez viya zanim û xwe aciz jî nakim, em ev in, xwezî ne wiha bûya…
Li ba kurdan gîha hewşa cîrên tim hişintir e. Heger kitêb ya yekî tirk bûya, ya jî ya yekî "meşûr" û merivê cepheyekê bûya gelek kesan ewê qal bikira.
Lê Zinarê Xamo dibê neyê dîtin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar