24 februari 2024

Antî-semîtîzim û antî-kurdîzim wek du cêwiyên sîyam in

Rojda Yaşîk di kanala ”Zarêma Rexne û Teorî” da bi Peşraw Mihemed ra li ser nasyonalîzmê, antî-semîstîzmê, antî-kurdîzmê û gelek tiştên din sohbeteke pir xweş dike. Li ser tiştên, mijarên pir muhîm dipeyivin.

Hebûna keç û xortên wiha moral dide meriv. Ancax bi kesên wiha zana, întellektuel em kanin ji bindestiyê xelas bibin.

Sohbeteke pir xweş e, dibê meriv lê gudarî bike. Gudarî bikin, hûn jê fêdê bibînin.

Peşraw Mihemed li ser tevgerên çep, li ser hêzên marksîst, li ser neteweperwerîyê, antî-semitîzmê, antî-kurdîzmê, mesela filistîn, Îsraîl, hêzên çep çima hewqasî li dijî Îsraîl in, çima piştgiriya filisîtiyan dikin, lê ya kurdan nakin, û li ser gelek meseleyên din camêr tiştên pir hêja dibêje.

Li gorî Peşraw Mihemed kesên antî-semît di eynî wextê da antî-kurd in, antî-semîtîzim û antî-kurdîzim wek du ruyên eynî pereyî ne, wek du cêwiyên sîyam in.

XXX

MAKPIRTUK kargoyek ecêb baş dixebite. Di nav 2-3 rojan da posta meriv teslîmî meriv dike. Ez xwediyê Makpirtuk´ê pîroz dikim.

Weşanxaneya min PALL´ê di 21´ê mehê da kitêb ji min ra şand, min pakêt do bi şev(23/2)girt.

Weşanxana DARA´a, Hebû Tune bû 4 roj berî wê şand, pakêt hîn nehatiye.

Yanî sîstema MAKPIRTUK´ê pir baş dixebite. Cara pêşî ye ez tiştekî wiha dibînim.

Ev hinekî bû reqlama MAKPIRTUK´ê lê rastî ev e, min çi dîtiye ez wê dibêjim.

XXX

Nivîsa min a do, li ser hilbijartinên beledîya Wêranşarê bi dilê gelek hemşeriyên min e. Pir kêfa wan hatiye, lê newêrin biecibînin, newêrin parve bikin.

Yanî li welatê me rewş hewqasî xerab e, însan newêrin nivîsekê biecibînin. Di nivîsê da tiştekî talûke tune ye, min gotiye rayên xwe nedin AKP´ê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE