24 februari 2024

Me Kamil Sumbul teslîmî axa sar kir

Îro li Stockholmê merasima cenazeyê kurdperwerê hêja Kamîl Sumbul bû. Kurdên Swêd, nas, dost  û hevalên wî, malabata wî bi merasimeke xweş, li Goristana Solna ew teslîmî axa sar kirin.

Piştî gorkirinê malbata wî, nas û dostên wî li herêma Telefonplanê, li aşxana Adfoodê hatin ba hev, şîneke kin çêkirin, gelek kesan bi axaftin û bîranînên xwe ew yad kirin, qala hin bîranînên xwe yên pê ra kirin.

Ji Stockholmê, ji bajarên din gelek hevalên wî, hezkiriyên wî hatibûn şîna wî.

Gorristan pir dûr bû, ez neçûm merasima gorkirinê, çûm merasima şînê. Li wir min xatirê dawî jê xwest.

Kamîl merivekî welatperwerekî bêdeng, di halê xwe da, xebatkar bû. 

Fena ku zanîbû umrê wî hindik maye, lema bîranînên xwe nivîsî. 

Baş kir serpêhatiyên xwe bi xwe ra nebir gorrê, serpêhatiyên xwe, tiştên bûbû şahid hemû kirin belgeyên nemir.

Mirinê yekî din jî ji nava me bir. Em kurdên Swêd ketine payiza jiyana xwe, êdî em roj bi roj kêm dibin.

Çend salên ji nifşê me ewê kesek nemîne. Emê çend zarok û neviyan li pey xwe bihêlin, piştî 2-3 nifşên din ewê jî bihelin, bibin swêdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE