25 februari 2024

Tikandina bloga min milyonek derbas kir

Do bi şev bala min kişand, bloga min Hindik-Rindik milyonek tikandin derbas kiriye, jimara tikandinê, bûye 1000926.

Di 14 salan da milyonek û 926 tikandin ne pir e, pir hindik e. Dibê çend milyon bûya.

Lê ji ber ku blog bi kurmancî ye bikirên wê jî hindik in. Heger bloga min bi tirkî bûya bikirên wê ewê pir bûna. 

Kurd ji tirkî hez dikin, tirkî di ser kurdî ra digrin. Lema jî kurdî fêr nabin, zêde naxwînin.

Tiştên xwemalî di nav me da bêqîmet e, qumaşê xelkê, fikrê xelkê li ba me bi qîmettir e.

Lê ez vê yekê ji xwe ra nakim derd û kul, pê xemgîn û dilgiran nabim. Ez zanim rewş ev e, lê dibê meriv bi xebata xwe vê rewşê biguherîne, xwendevanên kurdî zêde bike. 

Ji bona vê jî îstîkrar, berdewamî lazim e, dibê meriv dev ji xebat û micadelê bernede. Ancax bi xebatê meriv kane vê rewşa kambax, malxerab biguherîne, baştir bike.

Dibê tim hêviyeke meriv hebe, tim rojên pêş, rojên tên xeyal bike.
Xeyal tunebe, hedef tunebe meriv nikane bigihîje derekê. Di her rêwîtiyekê da dibê hedefek, hêniyek meriv hebe.

Ev 17 sal in min li ber xwe daye, min 9150 meqale nivîsîye, hindik maye bibe 10 hezar. Bi xêr heta du salên din ezê wê jimarê bibînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE