Sernivîsa min a pêr, a li ser merasima cenazeyê Kamîl Sumbul wiha ye:
”Me Kamil Sumbul teslîmî axa sar kir”
Di platforma X´ê da yek li dijî gotina ”teslîm” rabûye, gotiye
çima te gotiye ”teslîmî axê kir”. Teslîm bi erebî ye, dibê te bigota ”radest kir.”
”Radest” derdest e, derdestkirin e, yanî girtin e. Meriv cenaze "radestî"
axê nake, ax jî teslîm nagire…
Min ev bersîv da wî camêrî:
-Peyva "teslîm"ê tirk jî bi kar tînin. Te qet dîtiye tirkekî ji tirkekî ra, ji nivîskarekî ra, ji kalekî 74 salî ra gotiye:-Ev gotin erebî ye, çima tu bi kar tîne?
Ez bi qasî te kurmancî zanim, ez zanim ew gotin erebî ye.
Mamostetiya zimên bi hin kesan ra bûye nexweşî.
Ne xweş e, wiha nekin, dev ji vî pîşikê xwe berdin.
Ez ne mecbûr im peyvên tu bi kar tînî bi kar bînim. Her kes
vokabulereke xwe, termînolojiyeke xwe heye.
Ev ne cara pêşî ye tiştekî wiha tê serê min, hetanî nuha
gelek caran ez rastî rexneyên wiha hatime.
Di medyaya sosyal da hin kes bûne wek pûlisên tirafîkê, gava di nivîsekê da
gotineke erebî dibînin, bêyî ku baş bikirin, bêyî ku maneya wê baş bizanibin, di
cî da dibêjin, ”STOP, STOP”, ev gotin bi erebî ye, dibê tu wê bi kar neynî,
filan gotina kurmancî bi kar bînî.
Ez gelek caran marûzî rexneyên wiha bûme. Li ser vê mijarê min çend caran jî
nivîsîye.
Zimanê herî pêşketî, herî dewlemend jî ne xurrî ye, tije gotinên ji zimanên din
e.
Farisî, tirkî tije peyvên biyanî ne. Di kurmancî da jî bi hezaran gotinên
erebî, farisî û yên zimanên din hene. Ew êdî malê zimanê me ne, ne rast e meriv
bikaranîna wan li xelkê qedexe bike.
Zimanê her kesî, her nivîskarî ne wek hev e, hin kes hewesdarê gotinên çêkirî,
naylon in, wan bi kar tînin, ez wan gotinan bi kar naynim.
Ji bo miriyekî, ji bo gorkirina(definkirina) cenazeyekî ez tu carî nabêjim, ”me
radestî axa sar kir”.
Radestkirin tiştekî din e, maneyeka wê ya din heye.
Kî dibêje bi kêfa xwe ye, lê ez nabêjim û bi baweriya min peyveke wiha şaş e.
Dibê meriv bibêje, ”me teslîm axa sar kir”.
Me ”teslîmî axa sar kir”, di kurmancî da êdî bûye wek qalibekî, wek tabîrekê,
wek biwêjekê.
Meriv miriyan teslîmî axa sar dike. Bi kurmancî meriv nabêje, ”me radestî axê
kir.” Tu kurmanc tiştekî wiha nabêje, kî bibêje xelkê pê bikene.
Sînonîma her gotinê meriv nikane li her derê bi kar bîne. Hin kes li ferhengan
dinêrin û gotinan bi kar tînin. Ev şaş e.
Radest, radest kirin, ”derdest” e, ”derdest kirin” e. Yanî girtin, teslîmbûn,
teslîm girtin e.
Di Wîkîferhengê da ”radest kirin” wiha hatiye tarîf kirin:
”teslîm kirin, xwe bi dest (yekî) ve berdan, bindest
kirin,
dema ku tiştekî yan kesekî bigîhînî destê
kesekî din,
Xwe radestî me bike, derdorên te hemî di dorpêç kirîne.”
Wek tê dîtin ”radestkirin” ne ji bo gorkirina miriyan, ji bo girtin û teslîmbûna
însên e, xwe teslîmkirin e, teslîmgirtin e.
Lê hin însanên me vê ferqê nizanin, dibêjin madem maneyeke radestê teslîm e, wê
demê em kanin cenaze jî ”radestî axê bikin. Di vir da ax dibe wek pûlis, em
miriyê xwe radestî axê dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar