26 februari 2024

Piştî du sal payin swêdî îro gihîştin mirazê xwe

Parlamentoya Macarîstanê endametiya Swêd a NATO´yê bi 188 rayên erê, 6 rayên na qebûl kir.

Wey mala Xwedê ava be, belengazên swêdî ev du sal bû bi payinê kevzikî bûn. Axirê ji Vîktor Orban ra jî devê kîsik vekirin û îro gihîştin mirazê xwe.

Berê serokê Tirkiyê Erdogan ew kezebreşî kirin, ew têr dotin, têra xwe ji wan xwar, ew baş givaştin.

Û di heqê kurdan da jî çi xwestin, swêdiyan gotin ser serê me, her daxwaza Tirkiyê bêyî kêmasî anîn cî.

Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban gava dît swêdî mangake meriv kane bidoşe, wî jî got ev îş belaş nabe, dibê hûn devê kîs vekin û destê xwe têxin birîka min jî. Swêdîyan Orban jî memnûn kirin.

Lema Orban îro emir da hevalên xwe û meclîsê daxwaza Swêd bi 188 rayan qebûl kir.

XXX

Dewletê li Bismil navê dibistanekê kiriye, "Uluturk" !

Yanî tirkê mezin !

Hûn dibînin bê ev dewlet, ev rejîm çiqasî irqçî, faşîst û neyarê miletê kurd e?

Ji vî navê irqçî, antî-kurd mahdê min li hev ket. Kêrê zûda daye hestî, ev çavsorî êdî nayê kişandin.

Ji bo ku xwedî dewlet in tiliya xwe di çavê me ra dikin, hêza xwe, mêraniya xwe, serdestiya xwe nîşanî me didin.

XXX

Do dostekî me yê swêdî yê pir hêja, rêzdar Olof G. Tandberg di 92 salîya xwe da wefat kir. Serê malbata Olof Tandberg, yê nas, dost û hezkirîyên wî sax be. Xwedê sebrê bide malbata wî.

Olof Tandberg ji 1960´î da ye dost û piştgirê miletê kurd e, li Swêd ji bo kurdan komîte ava kiriye, gelek xebatên hêja kiriye.

Kurd ewê Olof Tandberg her tim weke dostekî xwe yê qedirbilind bibîr bînin û bi hezkirin yad bikin.

XXX

Di platforma medyaya sosyal da kesên bêedeb, bêexlaq, bêmistewa, devpîs, ji gerekê jî xerabtir pir in. Bi navên sexte bela xwe di xelkê didin, heqaretên nameyî li însanan dikin.

Dibê meriv hevza xwe ji wan bike, bi wan ra ebeden nekeve minaqeşê. Pir bêedeb û bêrû ne, kane her heqaretê li meriv bikin. Dûro bi nûro. Xwe ji kesên wer bisitirînin.

XXX

Dayikek hêja bi lawê xwe ra li Stenbolê çûye Kitêbxaneya Medya û Hebû Tunebûyek diyarî lawê xwe kiriye.

Hûn jî herin Hebû Tunebûyekê diyarî zarokên xwe bikin, bi kitêbeke kurdî zarokên xwe şa bikin. Bira zarokên xwe aşînayî xwendinê, edebîyata kurdî û xemîşokên kurmancî bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE