27 februari 2024

Kurdên dixwazin bibin ereb jî pir in

Di 21ê sibatê, roja zimanê dayikê yê cîhanî da di telewîzyonaRûdawê da min li programeke li ser zarokên li Almanyayê diçin dersên kurdî temaşe kir. Çar mamoste, zimanzan beşdarî programê bûbûn.

Mamosteyên beşdar bûbûn di programê da gotin gelek kurdên ji başûr û rojavayê Kurdistanê zarokên xwe naşînin dersên kurdî, dişînin dersên erebî.

Ez matmayî mam, kurdên rojava û başûrê Kurdistanê li Almanyayê çima zarokên xwe dişînin dersên erebî?
Çawa ji viya şerm nakin, çawa kanin li ruyê kurdên din binêrin?

Kurdekî başûrî çawa kane hewqasî bêşexsîyet be?
Lê yên ev tişt digotin bêbingeh nedipeyivîn, mamosteyên kurdî û erebî bûn. 

Xanima mamostetiya erebî dikir yeka soran bû, got ez şerm dikim bibêjim, min nedixwest ji zarokên kurdan ra bibim mamosta erebî, lê ji bo debara xwe ez mecbûr mam.

Mamosteyan gotin hin dê û bavên dibêjin wexta me tuneye em zarokan bibin û bînin dersê.

Hinek dibêjin dibistana zarok ji bo dersê lê kom dibin dûr e, em nikanin, wexta me nîne em herin wir.

Yanî gelek sebeb rêz kirin, çima kêm kurd zarokên xwe dişînin dersên kurdî.

Lê ji bona erebî wexta wan heye, dibistan li ku be jî zarokên xwe dibin wir.
Mamosta soran got, dê û bavên ereb ji yên kurdan bêtir dixwazin zarokên wan erebî fêr bibin û ji bo vê jî her fedekariyê dikin.

Lê di nav kurdan da ev daxwaz ne xurt e, dê û bavên zarokên xwe dişînin dersên kurdî pir hindik in.

Yanî miletperweriya, nazyonalîzma bi ereban ra heye, bi kurdan ra pir zeîf e, bi hinekan ra jî qet tuneye. Ji bo wê jî zarokên kurdî fêrî zarokên xwe nakin, erebî fêr dikin.

Min digot belkî kurdên Kurdistana Bakur tenê zarokên xwe naşînin dersên kurdî. 

Ez şaş bûme. Wa ye kurdên başûr û rojava jî wek kurdên bakur, ew jî ji kurdî direvin, ew jî naxwazin zarokên wan kurdî fêr bibin. Dixwazin zarokên wan bibin ereb.

Kurdê li Ewrûpayê zarokê xwe bişîne dersa erebî, tirkî, farisî ew kes dixwaze xwe ji kurdbûnê bişo, bibe, tirk, ereb û faris. Lema jî naxwaze kurdî fêrî zarokên xwe bike.

Ev numûne jî nîşan dide di nava kurdên rojava û başûrê Kurdistanê da yên bêşexsîyet bûne, yên bi ruhê xwe, bi dilê xwe bûne ereb pir in.

Ji bo kurdên rojava û başûr şerm û rûreşiyeke mezin e zarokên xwe dişînin dersên erebî. Rezîliyeke, bêşexsîyetiyeke mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE