28 februari 2024

Suyarê hespê xelkê tim peya ye

Bi pereyê xelkê comerdî, bi aqilê xelkê siyaset, bi zanîna xelkê jî zanatî, alimî nabe, meriv bike ne rast e.

Dibê meriv bi perê xwe comerdiyê bike, qîma xwe bi aqilê xwe bîne û ji bo zanînê jî xwe biwestîne, fêr bibe.

Gava pere, aqil û zanîn ji xelkê be, zû dereng diqede, pûrê meriv derdikeve, meriv perîşan dibe.
Dibê her tiştê meriv yê meriv be, ji kîsê meriv be.

Baştir e meriv di rûnê xwe da biqijile, bi yên xwe were serî. Suyarê hespê xelkê tim peya ye.

XXX

Jiyan tiştekî ecêb e, tiştê tu dixwazî tu nikanî bi dest xînî. Tiştê tu naxwazî derdikeve pêş te, tê te dibîne. Ev jî surprîzên jiyanê ne.

Mar ji pûngê aciz e, pûng li ber qulika wî hişin tê.

Lê jiyana bê surprîz jî ne tu jiyan e. Surprîz beharatên jiyanê ne.

XXX

-Tu bi çend zimanan zanî ne muhîm e, yê însên bi qîmet dike zimanê dil e.

Mewlane

-Beybûn piştî dimrin bîn didin. Ev yek pir manîdar e. Hin hêjayî jî piştî dimrin qîmeta wan tê fêm kirn. Eynî wek beybûnan.

XXX

Di nav 24 seetan da li 5 bajarên Tirkiyê û du bajarên Kurdistanê(Semsûr û Erzeromê)7 jin hatine kuştin.

Ya sitar û û ya sitar!

Mêrin tirk û kurd çawa hewqasî ji mirovahiyê dûr ketin, bûn qatilên jinan ?

Vê rejîma îslamî-faşîst û îdeolojiya antî-jin, gelek tirk û kurd kirine merivên qatilên jinan.

Nikanin bi rejîmê, jinan dikujin, psîkolojiya civatê xera bûye, aqil di serê mêran da nemaye.

XXX

Wext ji bo her kesî ne eynî ye, wek hev naherike. Ji bo hinekan hêdî, ji bo hinekan jî zû diherike.

Kes nikane herikandina wextê biguherîne, ne kane lezê bidê, zû biherikîne, ne jî hêdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE