19 mars 2024

Tirkiyê biryar daye Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bike

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan do eşkere gotiye vê havînê ewê êrîşeke pir mezin bibin ser Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr.

Tirkiye bi Îraqê ra ji zûda ye haziriye vê êrîşa mezin dikin. Trafîka nabêna wan pir întensîf e. Haziriyeke wan a êrîşê heye.
Erdogan wiha gotiye:
”Ewlehiya sînorên me yên Îraqê îsal havînê ewê werin kontrolkirin. Emê karê xwe yê li Sûriyê nîvçe maye jî temam bikin. Di netîceya operasyona xwe da emê koka wan biqelînin û êdî destûrê nedin li serê miletê me bibin bela.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî îşareta êrîşeke mezin daye, wî jî gotiye:

”Pêwendî û dilsoziya serkirdayetiya YNK´ê bi PKK´ê ra ava kiriye ji bo me êdî ji pirsgirêkê zêdetir e, bûye gefeke ewlekariya niştimanî.”

Ev herdu beyan nîşan didin piştî hilbijartinên mehelî Tirkiye ewê êrîşeke mezin bibe ser Kurdistana Rova û Başûr û bixwaze tevahiya Kurdistana Rojava wek Efrînê dagir bike. 

Lê vê carê Kurdistana Başûr jî di devê topê da ye, ewê bixwazin Kurdistana Federe hilweşînin.

Ji axaftinên Erdogan û Hakan Fîdan meriv fêm dike ji bo vê yekê haziriyên xwe qedandine, li bende tarîxa tespît kirine. Vê carê Îraqê jî destûr daye êrîşî Şengalê jî bikin.
Hêvî dikim nikanibin, kurd bikanibin rê nedin vê êrîşa wan. Lê nêta wan pir cidî ye.

Di demeke wiha da boykota PDK´ê hilbijartinên 10 hezîranê pir xerab e. Kurdan perçe dike û karê dijmin rehet dike. Amerîka ji vê biryara PDK´ê pir aciz bûye. 

Netîceyên vê biryara PDK´ê ji bo kurdan kane ne baş e, ewê zirareke mezin bide PDK´ê û miletê kurd. Hebûna wan di talûkê da ye.

Yanî beyanên Erdogan û Hakan pir cidî ne, dagirkirina Kurdistana Rojava ji bo miletê me felaketek pir mezin e. Tiştê meriv ji gotinên Erdogan fêm dike dixwazin kurdan Kurdistana Rojava derxînin, demografiya wir ji kok da biguherînin, bikin Efrîn.

PKK, HSD bi hêzên xwe, bi îmkanên xwe nikanin êrîşa Tirkiyê bisekinîn, zora Tirkiyê bibin. Li Efrînê û Serê Kaniyê jî liberxwedan û qehremaniyên mezin bûn, lê vê yekê netîce neguhert.

Yanî bi şer em kurd nikanin bi Tirkiyê. Lema jî ji bo sekinandina êrîşa Tirkiyê dibê PKK tiştekî bike, riyekê bibîne.

Çend roj berê Murad Krayilan got di Newrozê da ewê mizgîniyekê bidin gelê xwe. 

Mizgînîya wî çi ye ez nizanim. Lê hêvî dikim mizgîniya devjêberdana şer û sîlehê be. Şer, micadela çekdarî êdî bêyî zirarê tu fêda nade kurdan. 

Lema jî dibê PKK vê bibîne, di vê riyê da israr neke. Şer rola xwe lîst, êdî tu fêdê nade kurdan. Dibê stratejî û taktîk were guhertin.


Çi hat serê Xezayê li ber çavê me ye.
23 dewletên ereb û 57 dewletên musilman nikanîbûn Îsraîl rawestînin. Yê me kurdan ew pişta me tune ye. Xeza wêran bû, lê filistînî li ser axa xwe ne, kes neketiye welatê wan. 

Lê Tirkiye ewê ne tenê gund û bajarên Kurdistana rojava wêran bike, ewê demografiya wê jî biguherînin. Yanî tiştê anîn serê êrmeniyan ewê bînin serê kurdan jî. Ev ne texmîneke bêbingeh e, Efrîn û Serê Kaniyê li ber çavê me ye.

Gava Tirkye êrîşî Kurdistana Rojava bike Amerêka ewê midaxele neke, ewê Tirkiyê protesto bike, lê ewê nikanibe Tirkiyê bisekinîne. Çimkî Amerîka ji bo kurdan bi Tirkiyê ra şer nake, li Tirkiyê naxîne.

Rûsya jixwe li Ukraynayê di şer da ye, motajî tirkiyê ye, nabêna xwe bi Tirkiyê ra xera nake.

Yanî kurd bi tenê ne, bêpişt û bêkes in. Di êrîşa Tirkiyê da kesê pişta me negire, ji bo me şerê Tirkiyê neke. Dibê em viya baş bizanibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE