19 mars 2024

Hilbijartinên Kurdistanê dibê di wexta xwe da çêbe

PDK´ê beyanek belav kiriye, gotiye, “emê beşdarî hilbijartina 10 hezîranê nabin. Çimkî hilbijartin bi hawakî neyasayî hatiye ferzkirin.”

Hukûmeta Kurdistanê tarîxa hilbijartinê qebûl kiriye, serokê Kuridistanê Nêçîrvan Barzanî biryar îmze kiriye, lê PDK nuha dibêje hilbijartin ne qanûnî ye, ezê qebûl nakim.

Amerîka li hemberî vê beyana PDK´ê matmayî ma, xemgîniya xwe nîşan da. YNK´ê gotiye dibê hilbijartin di wexta xwe da were çêkirin. Yanî ew jî li dijî boykota PDK´ê ye.

Qerarnameya Nêçîrvan Barzanî îmze kiriye tarîxa hilbijartina meclîsê wek 10´ê hezîranê diyar dike, lê qala hilbjartina serokatiyê nekiriye. Dibê ev herdu hilbijatin bi hev ra bibin. Diyar nêta Nêçîrvan Barzanî tune dev ji kursiya xwe berde. Biryara hilbijartina meclîsê jî bi zora Amerîkayê bû. Lê wa ye PDK wê jî qebûl nake.
PDK ji bo çi wiha dike, çi tawîzê dixwaze, ya jî dixwaze hilbijartin çênebe û hukim tim di destê wan da be?
Gelo ew hilbijartinê tenê boykot dike, ya jî qebûl neke?
Ev yek diyar nekiriye.

Ev şêla PDK´ê ewê gelşên mezin bi xwe ra bîne, bibe sebebê hin pêşketin û bûyerên ne xweş û talûke.

Hêvî dikim PDK şêla xwe biguherîne, bi Amerîkayê, YNK´ê û hêzên din ra li hev bike.

Polîtburoya YNK´ê derbarê beyana PDK´ê û hilbijartinên 10 hezîranê da gotiye:

“Hilbijartin bi tenê rêya rast û rewa ya nûkirina pêvajoya demokrasiyê û serweriyê ye li welatê me.

Nekirina hilbijatinan di dema hatiye ragihandin de, ji ber çi sedemê dibe bila bibe paşveçûneke di pêvajoya demokrasiyê de ye û serencama meşrû ya dezgehên herêmê jî dixe jêr pirsiyaran."

XXX

Gava partiyekê karekî baş kir teqdêr bikin, kêfxweşiya xwe nîşan bidin.

Dibê bala we, çavên we tenê ne li şaşîyên partiyan be, gava we karekî wan ê baş, rast dît şerm nekin, teqdîr bikin. Dibê çavên meriv ne bes şaşiyan, karê baş jî bibîne û pê kêfxweş bibe.

Kîjan partî dibe bila bibe, gava ji bo welat û miletê xwe karekî baş dike ez pê kêfxweş dibim û vê kêfxweşiya xwe jî didim der.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE