19 mars 2024

Swêdî kongreyên xwe bêyî teşxele îdare dikin

Îşev civîna komela xaniyên me(kopetayîfa me) hebû. Seet û nîvekê(19-00-20-30) dom kir. Mêrikan civîn bêyî şteşxele, bêyî teqûreq îdare kirin.

Serokê komîteyê çi hazir kiribû, çi pêşniyar kir bêyî îtîraz hat qebûlkirin.

Min qet dengê xwe nekir, min jî bi wan ra destê xwe radikir.

Di nuxteyekê da ez li dijî pêşniyara Komîteyê derketim, lê em bi ser neketin, pêşniyara serok hat qebûlkirin.

Ne xêra çend kal û pîrên swêdîyên ma ne be emê nikanibin komelê îdare bikin.

XXX

Do danê êvarî li taxa me(Alby”ê şewateke mezin çê bû, 5 mal ji bin da şewitîn. Ciyê şewatê 300-400 mîtroyî dûrî mala me ye. 5, 6 xanî bi hev va ne, gava di xaniyekî da şewat çêdibe, agir di demek kin da xwe digihîne xaniyan gişan.

Bîstek berê em çûn ciyê şewatê, îtfaîye, pûlis hîn li wir bûn. Dûxaneka reş hîn ji xaniyan hildihat, agir hîn venemirî bû.her 5 xanî jî bûbûn rejik.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE