Mêrikê gundî selikek tije sêvên sor, wek lepan kiribû dibir ji padîşê ra. Bi rê da nasekî wî silav dayê, got:
-Ev çi ye di selika te da ye, tu wiha bi ku da diherî?
Mêrik gotiye:
-Sêv in, ez dibim ji padîşê ra.
Nasê wî gotiye:
-Tu hejîra bibî çêtir e, padîşa ji sêva hez nake, ji hejîra hez dike.
Tu nabêjî padîşa ji hejîra hez nake. Dema çavên wî bi hejîran dikeve, mir dide xulaman, dibêje hejîrên selikê yek bi yek li serê wî xin.
Xulam emrê paşê tînin cî, hejîran yek bi yek davêjin ji serê mêrik da.
Her cara hejîrek li serê mêrikê gundî dikeve, dibêje:
-Oxxx, şikir ji Xwedê ra, oxxx, şikir ji Xweê da ra.
Padîşa matmayî dimîne, dibêje:
-Çima her cara hejîrek li serê te dikeve tu dibêjî oxxx, oxxx û şikir dikî?
-Ez şikir dikim ji bo ku min bi ya dostê xwe kir, ji te ra hejîr anî.
Heger min guh neda gotina wî û ji te ra sêv anîbûya, minê çi
xwelî li serê xwe kira?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar