21 mars 2024

Li gelek bajaran dîsa nehîştine kurd Newroza xwe rehet pîroz bikin

Li Tirkiyê û li Kurdistanê li 15 bajaran di pîrozkirina Newrozê da bi sedan kes girtine.

Wek her sal dikin, îsal jî li gelek bajaran nehîştine însan bi rehetî, bi kêf û şahî Newroza xwe pîroz bikin.
Nehîştine însan ala Kurdistanê hildin, kincên netewî li xwe kin.

Di sedsala 21´ê da kincan, rengan li însanan qedexe dikin. Ji bo dewletekê, ji bo hukûmetekê, ji bo miletekî qedexekirina kincên însên ne şeref e, rûreşiyeke mezin e.

Dilê wan dibije kultura kurdan, govendên kurdî, kincên kurdî. Û ji bo ku tiştekî wan ê netewî tune, kincên wan ên netewî, govendên wan tune ji qahra yên kurdan qedexe dikin, nahêlin kurd bi rehetî Newroza xwe pîroz bikin.

Her sal vê zulmê li me dikin, bi sedan kesî digrin, îşkence dikin, davêjin zindanê. Ez nizanim çi bibêjim, dema ez rismên girtina însanan dibînim kezeba min dişewite.

Li gel van êrîş û astengiyên pûlis, li Kurdistana Bakur îsal Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Ez dibêjim belkî tu salê Newroz bi vê berfirehiyê û coşê nehatiye pîrozkirin.
Îsal li her çar perçên Kurdistanê Newroz bi beşdariyeke mezin li gelek deran hat pîrozkirin.
Newroza we pîroz be !

XXX

Dema meriv heykelên, abîdeyên, dêrên, mizgeftên, bajarên, gorrên, qesrên, qonaxên, avahiyên, ziyaretgehên însanan hezar sal, du hezar sal berê, sê hezar, çar, pênc hezar sal berê çêkirine dibîne aqilê meriv disekine.

Çar, pênc hezar sal piştî çêkirina wan harîqeyên mezin, însan hîn jî nizanin ew çawa çêkirine, însanên wê demê çawa kanîbûne van harîqeyên îro jî aqilê me nagire çêbikin?

Ez li hin harîqeyên însanên berê li pey xwe hîştine dinêrim li hemberî xweşikiya wan, muhteşemiya wan lal dibim, devê min ji hev dihere...

XXX

Bakurê Kurdistanê, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Agirî, Wan, Sêrt, Şirnex, Erzerom, Qersê di vê meha biharê da di bin berfê da mane.

Li yanzde navçeyên Wanê û li du navçeyên Şirnexê ji ber berfa zêde dibistan hatine girtin.

li Wanê riyên 446 gundan hatine girtin.

Em li Îskandînawyayê dijîn, li Stockholmê berf tune ye. Erê sar e, serma ye, lê bihar e, berf merf tune ye. Feqîrên wanî û şirnexiyan di orta biharê da di bin berfê da mane.

Her tişt di wexa xwe da xweş e, berf zivistanê xweş e, lê di dawiya adarê da weleh zulm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE