21 mars 2024

Me îro li Stockholmê Newroza xwe bi şahîyeka pir xweş pîroz kir


Nûnertiya Hikûmeta Kurdistana Federe li Swêdê îşev li Stockholmê, li Historiska Museet(Muzeya Tarîxê) Newroz bi şahiyeke mikemel pîroz kir.

Salona resepsîyon lê hat dayin ciyekî tarîxî ye, saloneka bi nav û deng e.

Gelek kurd û swêdiyên dostên kurdan beşdarî resepsîyonê bûn. Di salonê da cî tunebû.

Şahîyeka pir xweş û mikemel bû. Grûba muzî bi sitranên xwe yên govendê milet mest kir. Wek her tim govendgiran têr lîstin. Lê ilim jî soranan dilê xwe rehet kirin.


Min pir dixwest ez jî têkevim govendê, lê ji ber ku nizanim min fedî kir. Xanim hinekî zane, lê ew jî neketê, me tenê li govendgiran têr sêr û temaşe kir.

Gelek sipas ji bo nûnerê hukûmeta Kurdistanê yê Swêd Şoreş Qadir Reham. Resepsîyon baş organîze kiribû. 














Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE