22 mars 2024

Newroza îsal bi dilşadîyeke mezin tê pîrozkirin

Keya Îzol, ez, xanima min û hunermendê meşûr Ozz Nûjen

Do me li Stockholmê di Newroza ji alî nûnertiya Hukûmeta Kurdistanê va hatibû amadekirin şeveke pir xweş, bi kêf û şahî derbas kir.
Gelek sipas ji bo nûnerê hukûmeta Kurdistana Federe yê Swêd Shoresh Kadir Rahem.

Îsal li her çar perçên Kurdistanê kurd Newrozê bi coşeke mezin, bi beşdariyeke bi sedhezaran pîroz dikin. Milet bîriya kêfê, şahiyê kiriye. 

Newroz dibe wesîleya însan çend seetan li derd, kul û xemên dilê xwe nefikirin, kêf bikin.

Tiştekî din jî bala min kişand, îsal jimara mêrên kincên netewî li xwe kirine pir û pir zêde ye.

Di tu Newrozê da wiha nebûye. Jin di her Newrozê da kincên netewî li xwe dikin, lê li Kurdistana Bakur mêran kêm li xwe dikir. 

Ez bala xwe didimê di Newroza îsal da mêrên kincê kurdî, netewî li xwe kirine pir in. 

Keya Îzol, Bîlal Gorgu, ez, xanima min û Heyder diljen

Meriv kultura xwe, urf û adetên xwe bide jiyandin tiştekî baş e. Kêfa min anî.

Em Newrozê di 21´ê adarê tenê pîroz nakin, pîrozkirin berî 21´ê adarê dest pê dike, hetanî dawiya adarê didimin. 

Di 30´ê adarê da jî Newrozeka me heye, emê herin wê jî. 

Dûra emê çendakî westa xwe û bîna xwe bigrin.
Careke din Newroza we pîroz be!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE