23 mars 2024

Em dixwazin emojîya ala Kurdistanê li hemî aplîkasyonan were zêdekirin.


Ala Kurdistanê di nava aplîkasyonên Google, Apple´yê da tune ye. Ev neheqiyeke li miletê kurd e. Dibê ev neheqî, ev discrimination ji alî Google û Apple´ yê va ji ortê were rakirin.

Em kurd dixwazin emojîya alaya Kurdistanê jî li hemî aplîkasyonên wan were zêdekirin. Wek kurd dibê em piştgiriya vê daxwaza rewa, bi heq bikin.

Ev mafê me ye, dibê emojiya ala Kurdistanê jî di nav emojiyan da, di nav alên welatan da hebe.

Em dixwazin emojîya ala Kurdistanê li hemî aplîkasyonan bê zêdekirin.
Dibê kurd hemû piştgiriya vê tevgerê bikin, di medyaya sosyal da vê daxwazê ji Googlê û Apple´yê bikin.

We, 70 million Kurds, request to add the Kurdistan flag emoji to the list of

@Google

and

@Apple

emojis #Kurdistan_flag_emoji

XXX

Meriv kane bibêje berê, heta salên 1990´î jî di nav xwendekar û ciwanan da çepîtî populer bû.

Îdeolojiya çep di nav xortan da êdî ne populer e, ji dêlî wê va xort berê xwe didin nasyonalîzmê, neteweperweriyê.

Nasyonalîzm, kurdperwerî di nav xwendekarên zanîngehan da, di nav ciwan da roj bi roj belav dibe, alîgirên wê zêde dibin.

Di nav tevgerên îslamî da jî meriv vê pêşketinê dibîne. Neteweperwer û antî neteweperwer, ya jî ne nasyonalîst ji hev digerin; xeta, îdeolojiya kurdperweriyê hêdî, hêdî zora îdeolojiyên din, ”îzmên” dibe. Ev yek hêviyekê dide meriv, meriv dilşa dike.

Tevgerên nasyonalîst çiqasî zêde û xurt bibin bingehê azadî û serxwebûna me jî hewqasî xurt û qewî dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE