23 mars 2024

Di jiyanê da diyariya herî xweş nevîyên meriv in

Neviyê me Olîver Aras îro hatibû serdana kalik û pîrika xwe. Ji kêfa me ji bîr kir çend risman bigrin. Pir li ber ketim. Hêvî dikim bavê wî bi bêhaya me çend foto girtibin.

Maşala hinekî xişir bûye, du meh û nîvî ye. Êdî meriv dibîne,bi meriv ra dimizice.
Lê bedena wî, serê wî pir hesas e, dibê meriv pir biqît bigre himêza xwe. Piştî 5-6 mehî bibe merivê rehettir kanibe pê şaş bibe.
Nevîyê meriv ji zarokên meriv şîrîntir e. Bîna tu gulê bi qasî nevîyê(torinê)meriv ne xweş e.

Gava meriv digre himêza xwe, gava meriv bîn dike, gava meriv dihejîne, pê şa dibe, gava bi meriv ra dimizice, li meriv dinêre û dikene, meriv pir bextewar dibe.


Berê jî du caran em bextewariyeke wiha jiyan, me du nevî dîtin, bi wan ra gelek demên xweş borand.
Lê demeke pir dirêj ketiye nabênê, lema fena cara pêşî be.

Ez bavê çar zaroka me, min çar zarok mezin kirine. Şabûna min a bi wan baş nayê bîra min. 

Zarokê me yê pêşî, ji ber ku nuxuriyê me bû, ez pir dilşa bûbûm. Lê baş tê bîra min ne bi qasî diya xwe. Diya min dikira bifiriye. Jixwe wê Azad mezin kir.
Nuha jî xanim ji min bêtir
Zarok wek dara gulê ne, nevî jî gula wê darê ne, ne dar be gul venake.
Gava zarok ji meriv dibêjin bavo, dayê helbet hestekî xweş e, meriv pê dihese meriv darek çandiye, darê fêkî daye.

Lê gava nevîyên meriv ji meriv ra dibêjin ”kalo”, ”pîrê” ji gotina bavo û dayê xweştir tê guhê min.

Hêvî dikim neviyên min, min derbas bikin, min gelkî li dû xwe bihêlin, ji fikrê min, ji îdîala min, ji hedefa min kurdperweriyê dûr nekevin. 

De îdî em û şansê xwe. Med ê û bavê wan kurdperwer mezin kirin, hêvî dikim ew jî zarokên xwe wer mezin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE