24 mars 2024

Meriv bi eserên xelkê serbilind nabe

Tirk carnan di medyaya sosyal da rismên eserên, xerabeyên, avahiyên, heykelên, mozaîkên ji xelkê, ji yûnanan, ji împaratoriya Romayê, ji bîzansan mane bi şanazî, bi pozbilindî parve dikin.

Ji dêlî şerm bikin, bi mîrata xelkê quretiyê dikin, pê pesnê xwe didin.
Meriv bi eserên xelkê, bi malên talankirî, bi erdê dagirkirî serbilind nabe, pê pesnê xwe nade. Çimkî ne eserên meriv in, yên xelkê ne.

Bêyî çend mizgeftan, tiştekî pêşiyên we li pey xwe hîştibin tune ye, we welatê xelkê, bajarên xelkê dagir kiriye, hûn li ser mal û milkên, eserên xelkê rûniştine.

Tiştên hûn bi serbilindî nîşan didin berhemên, mîratên talanê ne, giş bermayiyên eserên miletên din in.

Bi eserên xelkê, bi bermahiyên talanan meriv serbilind nabe, dibê şerm bike.

XXX

Di êrişa terorîstî ya 22´ê adarê ya li Moskowayê da 133 hatine kuştin. Gelek kes jî birîndar in.
Daîş êrîş girt ser xwe. Pûtîn dixwaze vê qetlîama mezin têxe hustuyê Ûkraynayê. Ûkrayna îdîa Rûsyayê red dike.

Ez bawer nakim Ûkrayna wahşeteke wiha bike. Ev wahşeta, ev barbarîya mezin karê terorîstên îslamî ye, ancax kesên xwedî îdeolojiya wan qetlîameka wiha bike. Çimkî berê jî li Parîsê, li Brukselê, li Îsraîl wahşetên wiha kirin.

Hêzên Suriyeya Demokratîk  HSD, Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê qala metirsiya Daîşê dikin. Rast e, terorîstên îslamî ji bo dinyayê hîn jî talûkeyeke mezin in. 

Lê sebebê hebûna vê talûkê hin dewlet in, ne ew dewlet bin Daîş, El Qaîde, Hamas, Hizbulah, terorîstên îslamî yên din nikanin hebûna xwe berdewam bikin. 

Hin dewlet wan dihewîne û fînanse dike. Ji bo têkbirina Daîşê û terorîstên din dibê ew rejîm ji ortê rabin.

XXX

Hin siban gava ez kompîtora xwe vedikim di serê min da fikrek heye, berê bi hazirî me, ez zanim ezê çi binivîsînim.

Hin siban jî serê min vik û vala ye, nizanim ezê qala çi bikim. Dibêjim ezê çavên xwe li xeberan, li ilm ulûman bigerînim, belkî mijareka balkêş bibînim, qala wê bikim.

Vêsê dema min kompîtor vekir, ne di serê min da tu tiştekî li ser binivîsînim hebû, ne jî rastî mijareka balkêş hatim. Lema jî min ev çend rêzên ne balkê nivîsî. Fikrê balkêş her tim nayê bîra meriv.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE