25 mars 2024

Dibê kurd belediyeyên xwe ji qeyûmên dewletê bigrin û nedin qeyûmên nuh

Serokê Odeya Tîcaret û Sanayîya Amedê Mehmet Kaya li ser armanca qeyûmên beledîyeyên Kurdistanê tiştekî pir rast û muhîm gotiye. 

Camêr sebebê tayinkirina qeyûman xweş îzah kiriye, gotiye:

“Sedemeke esasî ya danîna qeyûman heye. Sedemeke bi dizî ye, nepenî ye.

Çimkî dema hatin zimanê bajêr ji holê rakirin.
Çand û hunera wê ji holê rakirin.

Bi taybetî jî li pêşiya Kurdî bûn kelem. Astengiyên mezin derxistin.

Bexçeyên zarokan ên bi kurdî girtin. Saziyên ziman, çand û hunerê girtin.

Rê nedan konser, panel, sempozyûm çalakiyên bi kurdî. Ev hemû tişt di dema wan da bûn.

Ev jî nîşan dide sedema esasî ya danîna qeyûman ev tişt bûn.”

Bi baweriya min dîtineke rast e. Belediyên HDP´ê hindik be jî rê li ber pêşketin û geşbûna kurdî û kultura kurdî vekirin; him beledîyan bi xwe, him jî bi alîkarî û teşwîqa wan, saziyên kurdî çêbûn, zarokxaneyên kurdî vebûn, qursên muzîkê, zimên û folklorê vebûn. 

Bi hezaran zarok û ciwan çûn wan qursan, kurdî fêr bûn, muzîka kurdî û govendên kurdî fêr bûn. Li bajaran kurdî hêdî, hêdî bi pêş diket. 

Qeyûman ev dezgehên kurdan hemû girtin. Navên kurdî yên park û kuçan guhertin.

Beledîye kirin wek qereqolên dewletê.

Li bajaran xelk terorîze kirin, nehîştin xelk bi azadî zimanê xwe, folklora kurdî, muzîka kurdî bi pêş xînin, gudarî bikin.
Yanî meriv bibêje armanca qeyûman yek lezandin û pêşxistina asîmîlasyonê ye.

Lema dibê em belediyeyên welatê xwe ji destê qeyûmên dewlewtê derxînin.

Du babet qeyûmên dewletê hene, yek jê resmî ye, navê wan li ser e, ya din jî partiyên qeyûmên bi dizî ne. 

Namzetên Huda-Par´ê qeyûmên dewletê yên bi dizî ne, dibê belediye nekevin destê wan û partiyên tirk yên din. 

Dibê kurd belediyên xwe ji dewletê bigrin û nedin zilamên dewletê.

XXX

Vê telefona malxerab gelek însan kirine êsîrên xwe. Di civînan da jî çavên hin kesan di telefonên wan da ne. Ji dêlî li axatinê gudarî bikin, bala xwe bidin sahnê, derûdora xwe, çavên wan di telefonên wan da ne.

XXX

Îro roja wefata General Îhsan Nûrî Paşayê gorbihuşt e.

Serokê Serîhildana Komara Araratê general Îhsan Nûrî Paşa 48 sal berê, di 25´ê adara 1976´a da li Tehranê wefat kir.

Ez vî canfîdayê Komara Araratê û şehîdên wê hemûyan bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE