25 mars 2024

Serpêhatiyeke pir manîdar

Aîdîyeta netewî girêdaneke manewî, rûhî bi meriv ra çêdike. Ferdê miletekî li hemberî kesên ji qewmê xwe nêzîkiyekê, hezkirinekê hîs dike. 

Însan ne ji herêmekê bin jî, hevdu nas nekin jî gava fêr dibin ferdên miletekî ne, di nabêna wan da hezkirineke, sempatîyek çêdibe.

Îro çûm sentrûmeka Stockholmê ji bo ku ji xwe ra qatlixekî(kostumekî, bedilekî)bikirim. Dagerîyam mixaza kincên peyan(mêran)difroşe.

Xortê li wir dixebitî ji min ra got, ji te ra çi lazim e, ma ez kanim alîkariya te bikim?
Min got, wele nêta min heye ji xwe ra qatlixekî bikirim.
Got baş e, em li ser reng û dibê bihayê wî çiqas be peyivîn.
Min texmîn kir kurd e, durfê kurdan pê dikeve. Min got, bêyî swêdî tu bi kîjan zimanê din zanî?
Got ez bi tirkî zanim.
Min got, tu kurmancî jî zanî?
Got, ”erê”.
Min got wê demê tu kurd î. Camêr got erê ez kurd im.
Bi kurmancî got:

-Te çawa texmîn kir, qey te ji pozê min derxist ez kurd im?
Min got na, ji ber ku tu kurd î xwîna min li te keliya. Min texmîn kir tu kurdê Konyayê yî.

Me axaftina xwe bi kurmancî domand. Xwîna me li hev germ bû, axaftina me bû wek a du kesên nasên hev, du merivên hev.
Min him li kincan dinêrî û prove dikir, him jî sohbeta xwe didomand. 

Xortekî li vir hatibû dinê, lê kurmancîya wî mikemel bû, fena hîn do ji gundê Konyayê hatibe vir. Xortekî kurdperwer bû. 

Piştî min hinekî xwe pê da nasîn, hurmeta wî ya li hemberî min pir zêde bû, miamela apekî, xalekî bi min ra kir.

Min qatlixek(çakêt, pantor, êleg)eciband. Lê biha bû. Min got wele ev xweş e, lê biha ye.

Got apo, tu biecibîne, ezê ji te ra li ser navê xwe bikirim, wê demê ewê erzan bibe.

Min qatek hilbijart. Camêr bi nîv bihayî da min. Dûra min got wele min ji bîr kir, dibê ez îşligekî jî bikirim. Ji vî taximê nuh ra îşligekî nuh jî lazim e. Min îşligek jî eciband. 

Ew jî ne bi bihayê normal, bi erzanî da min. Lê di karta min da problem derket, min nikanîbû pere bida. Min got ez herim li bankomatekê bigerim.
Camêr got:
- Apo tişt nabe, bira ev jî ji min be, ezê perê wî bidim. Rojekê dema riya te bi vir ket, tu yê bidî. 

Min got ez qebûl nakim, dibê ez perê te bidim. Me pir li ber hev da. Nehîşt ez herim bankomatê. Min numra telefona wî jê girt, min got ezê sibe ji te ra bişînim. Me wer li hev kir û min xatir jê xwest.
Ji ber xort kurd bû ev hezkirin, ev nêzîkayî di nabêna me da çê bû. 

Xerîbekî ji bo min tiştekî wiha, tenzîlateke wiha nedikir. Ji ber ku em herdu kurd in bêyî ku em hevdu nas bikin hestê netewî em nêzî hev kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE